Avent têkoşîna xwe niha li nava refên gerîla didomîne

Delal Nûda Avent, ku bi salan li Colemêrgê hemşîretî kir, lê belê mafê kadro jê re nehat dayîn, têkoşîna xwe ya mafdar niha li nava refên gerîla didomîne.

Gerîla Avent, ku di nava şerê giran de li herêma Zapê cihê xwe li çeperên berxwedanê girt, zextên hikûmeta AKP'ê yên li karkerên Kurd dike, ji ANF'ê re nirxand.

Nûda Avent da xuyakirin, ku di dema dawî de êrîşên hikûmeta AKP'ê yên li dijî gelê Kurd zêde bûne û got, "Em jî di navenda van zextan de diman. Tevî vê yekê, ji ber nebûna şert û mercên jiyanê, ji ber tinebûna cihekî mirov karibin xwe lê îfade bikin û bijîn, min berê xwe da çiyayên azad. Piştî serdema xwendekariyê, pêvajoya karmendiyê dest pê kir. Di nava vê demê de, hikûmeta AKP'ê keda me dixwar û bi bêbersivhiştina mafê me re jiyan li me teng dikir. Zextê li karmendan di dema dawî de zêde bûn. Ji bo xwe bi awayekî baş îfade bikim, tevlî nava refên PKK'ê bûm."

'JI BO ABORIYA ŞER, MUÇEYÊN KARKER Û KARMENDAN TÊN KÊMKIRIN'

Avent destnîşan kir, yek ji polîtîkayên giştî yên hikûmeta AKP'ê li dijî xwendekar û karkerên Kurd e û got, "Xwendekarekî Kurd çi xwendibe ji bo wan ne girîng e. Yekî ku doktora kiribe, lîsansa bilind kiribe eger Kurd be ew bi peymanî nayê xebitandin û mafê kadrotiyê jê re nayê dayîn. Ev polîtîkaya bi giranî li ser Kurdan tê meşandin, lê di dema dawî de polîtîkayên dişibin vê li ser Tirkan jî tê meşandin. Di dema dawî de muçeyan kêm dike û bi vî rengî aboriya şer dafirîne. Saetê xebatê zêde dikin."

MEŞ Û DAXUYANIYÊN ÇAPEMENIYÊ TÊRÊ NAKE, PÊWÎSTÎ BI TÊKOŞÎNEKE XURT HEYE

Avent bal kişand ser berxwedana heta niha li dijî van polîtîkayên desthilatdariyê û got, "Berxwedan gelekî hat kirin, lê encam bi dest nehat xistin. Hemû karmendên li erdnîgariya Kurdan dikarin li hev bicivin û gaveke xurt bavêjin. Divê bi awayekî vekirî li rê û rêbazên xweîfadekirinê bigerin. Divê bên nava refên PKK'ê. Ji ber ku alternatîfeke xwe ya din nîne. Jiyan di destpêkê de hêdî hêdî hat astengkirin, piştre bi temamî hat tengkirin. Ji xwe qadeke din a lê bijîn jî nîne. Têkoşîn û berxwedan divê. Eger karmend nikarin bên vê derê, divê li cihê lê ne têbikoşin. Lê belê meşe ya jî daxuyaniyên çapemeniyê têrê nake. Ji bo bidestxistina maf û kedê, pêwîstî bi têkoşîneke xurt heye."

BANGA LI KEDKARAN

Avent herî dawî got, "Her kes ji kar hatin derxistin, keda wan hate destserkirin û tevî ku bi salan xwendin, keda wan pûç kirin. Gelê Kurd gelekî xizan e. Heta ku zarokên xwe bide xwendin kedeke gelekî mezin dide. Divê karmend xwedî li keda malbat û gelê xwe derkevin. Lİ her devera lê ne şer bikin."