Avaşîn diherike nava dilê lehengekî

Gerîla Hewrê Kerîmpûr ê ji Merîwanê ku li Avaşînê mohra xwe danî binê gelek çalakiyan, 15'ê Tebaxa 2019'an di şer de heta fîşeka xwe ya dawî li ber xwe da û şehîd bû.

15'ê Tebaxê roja vejîn, şer û têkoşîna ji bo hebûnê ye. Ne tenê salvegera çalakiya bi pêşengiya fermandar Egîd e, di heman demê de kevneşopeke berxwedanê ye ku ji şopdarên wan re hatiye hiştin. Lewma 15'ê Tebaxê herî zêde roja çalakiyê ye. Yek ji gerîlayên Kurdistanê yên ku bi wêrekî ev kevneşopiya berxwedanê hilda ser milê xwe, Hewrê Yaran e ku wê bi navê 'Egîdê Avaşînê' bihata naskirin.

Hewrê Kerîmpûr bi nasnav Hewrê Yaran ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû. Bi eslê xwe ji Merîwanê ye û di dema xwendina zanîngehê de fikrên Apoyî nas kir. Sala 2017'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Li Merîwanê bi milîstiyê dest bi têkoşînê kir, li Zagrosan bû gerîlayekî çalakger. Yek ji wan gerîlayan bû ku hişmendiya Apoyî, welatparêzî û wêrekî di heman bedenê de gihand hev. Li Avaşînê mohra xwe danî binê gelek çalakiyan ku çek ji ser dijmin hatin rakirin. 4'e Gulana 2019'an bi wêrekiyeke mezin tevlî çalakiya Bezoke ya li Avaşînê bû û sond xwaribû ku bi ser dijmin ve biçe û çekê ji ser rake.

Soza xwe bi cih anî bû, wê rojê di şer de ku Hewrê Yaran jî tê de bû, bi dehan leşkerên dijmin hatibûn kuştin û şeş çekên dijmin û malzemeyên leşkerî hatibûn rakirin. 15'ê Tebaxa 2019'an dema ku artêşa Tirk a faşîst li qada Avaşînê operasyon dimeşand, ji bo li pêşiya vê êrişê bibe asteng berê xwe da girê Şehîd Afat. 15'ê Tebaxê bû, yanî dem dema lêdana li zaliman bû... Hewrê Yaran wê rojê di şer de heta fîşeka xwe ya dawî li ber xwe da û şehîd bû.

HEWRÊ DIHATE WATEYA ÇALAKIYÊ

Gerîlayên ku li eyaleta Avaşînê li ser şopa Hewrêyan e, wiha qala kesayetî û şervaniya Hewrê Yaran kirin:

Gerîla Rûken Bagok: Hevalê Hewrê herî zêde bi pîvanên şoreşgerî û pîvanên Apoyî dihate naskirin. Dema ku mirov pê re diaxivî, fêhm dikir ku hevalê Hewrê ji zarokatiya xwe ve bi dîroka Kurdistanê mezin bûye. Di mijara dîrok û erdnîgariya Kurdistanê de xwedî agahiyên berfireh bû. Li gel van taybetmendiyên xwe yên rewşenbîrî, hem çalakger bû hem jî şervan bû. Plansaziya çalakiyekê hebû, ji ber hin pirsgirêkan nepêkan bû ku wê demê bihata lidarxistin. Lê belê tiştek li pêşiya hevalê Hewrê nedibû asteng. Di biryarên xwe de timî bi israr bû, pê bawer bû.

Hevalê Hewrê li gel betalkirina plansaziya çalakiyê jî ev rewş qebûl nedikir û bi tena serê xwe bi ser kozikên dijmin ve çû û dîrekê kamera mobese û çîmentoyê wê dabû ser pişta xwe û anîbû nuqteya me. Teorî û pratîka wî ti carî ji hev cuda nebû. Yek ji armancên hevalê Hewrê ew bû ji bo bîranîna 15'ê Tebaxê çalakiyê bike. Hevalê Hewrê ev xeyala xwe pêk anî û di çalakiya wê rojê de 7 leşkerên dijmin hatin kuştin. Hevalê Hewrê di vê çalakiyê de bi giranî birîndar bû û şehîd ket.

ŞEHADETA WÎ JI RÊZÊ NEBÛ

Gerîla Sîdar Amed: Hevalê Hewrê ne tenê bi çalakî yan jî şervaniya xwe li pêş bû. Di heman demê de gelekî bi dîrok û wêjeyê re eleqedar bû. Mînak; helbestên gelekî bedew dinivîsand, ti carî bi awayekî yekalî tevlî jiyanê nebû. Yek ji pratîkên hevalê Hewrê ku mohra xwe li sala 2019'an xist, çalakiya wê salê ya Bezoke bû. Beriya ku biçe çalakiyê, hevalê Hewrê hîn li nuqteyê armanca xwe diyar kiribû. Gotibû, 'Em ê biçin derbê li dijmin bixin û şeş çekan rakin'.

Ev soza xwe bi rastî jî bi cih anî. Wê rojê di çalakiya Bezoke de derbeke giran li dijmin hate xistin û mîna ku got, tevî hevalên li gel xwe şeş çek rakirin û vegeriyan. Yek ji daxwazên hevalê Hewrê ew bû ku eger şehadetek çêbibe, ew jî di çalakiyeke dijî dijmin de be, di êrişekê de be. Û mîna ku her tiştên dixwest, ev armanca xwe jî pêk anî. Şehadeta wî jî ji rêzê nebû.

ÇAVKANIYA MORALÊ BÛ

Gerîla Erdal Gerdî: Heta şehadeta hevalê Hewrê em di gelek pratîk û çalakiyan de bi hev re bûn. Di nava pratîka ewqasî zehmet de di demeke ewqasî kurt de hevalê Hewrê gelekî bi pêş ket û ev yek jî hemû bi ked û hewldana xwe kir. Yanî ji bo xwe bi pêş bixe û bibe xwedî kesayeteke serketî timî hewl dida. Hevalê Hewrê berê jî birîndar bûbû û hin nexweşiyên xwe hebû. Lê belê ev yek li pêşiya tevlîbûna xwe ti carî nekir asteng. Di dema çalakiyê de dema ku xwe berdabû nava dijmin bê teredût bû û di wê kêliyê de jî timî bi moral bû.

Hevalê Hewrê di dema êrişê de şehîd bû. Ji bo li pêşiya operasyona dijmin a li girê Şehîd Afat a li eyaleta Avaşînê bibe asteng, gelekî dixwest biçe wê derê û çalakiyê bike. Wê demê li gel astengî û zor û zehmetiyan jî hevalê Hewrê li gel hevalên pê re bi wêrekiyeke mezin bi ser dijmin ve meşiyan û heta sibeha 15'ê Tebaxê şer kirin. Hevalê Hewrê wê rojê bi rastî jî bi ruhê 15'ê Tebaxê, bi ruhê fermandar Egîd şer kir û bi wî rengî şehîd bû.