Ava kanalîzasyonê ya leşkergehê dibe sedema nexweşiyan

Ava kanalîzasyonê ya leşkergeheke li Colemêrgê gelek çemên li herêmê gemarî dike. Gundî ji neçarî bi vê ava qirêj bax û baxçeyên xwe av didin. Ev jî ji bo rûdana gelek nexweşiyan dibe rîskeke mezin.

Colemêrg ku bi kanî û ava xwe ya paqij tê naskirin, ji ber bi sedan leşkergeh û qereqolan tê qirêjkirin. Ava kanalîzasyonê ya Leşkergeha Komando ya bi 15 kîlometreyan dûrî navenda Colemêrgê ye, ava vexwarinê û avdanê ya gelek gund û taxên navendê gemarî dike. Her wiha bêhna genî ya ji kanalîzasyona leşkergehê belav dibe, dibe sedem ku mirov nikaribin bi rehetî li mala xwe bimînin yan jî derketin derve.

Ava ku tevlî çem û ava herêmê dibe, ji bo zarokan metirsiyeke mezin e. Di serî de zarokên ku havînê dikevin ava çem, her kes di nava metirsiya nexweşiyan de ne. Ji ber ava kanalîzasyonê gelek kes ji ber verşê û navçûyînê serî li navendên tenduristiyê dan.

GEL NERAZÎBÛN NÎŞAN DA

Şênî û gundiyên li derdora çemên ku ava kanalîzasyonê tevlî dibe dimînin, tevî ku bi sedan daxwazname dane rayedaran, encam wernegirtine. Ev yek jî sedema nerazîbûnan e.

'XWEZAYA ME TALAN DIKIN'

Yek ji şêniyên Colemêrgê got, "Ava leşkergehê bi mehan e ku bi rengekî servekirî di nava gundên me de derbas dibe. Li qada ku ava kanalîzasyonê jê diherike hem xwezaya me gemarî dibe, hem jî diherike nava çemê Otlûcayê ku bi hezaran mirov ji bo vexwarinê û avdanê bi kar tînin û zarok ji bo avjeniyê dikevin nava çem. Çemê Otlûca ji nava gelek gundan derbas dibe û digihêje navenda Colemêrgê. Piştre jî tevlî çemê Zapê dibe."

'RAYEDAR BÊDENG IN'

Şêniyekî din ê ji Colemêrgê jî bi bîr xist ku wan bi sedan daxwazname dane saziyên dewletê, lê belê rayedar bêdeng in. Şêniyê Colemêrgê diyar kir ku mehên havînê ava kanalîzasyonê dibe sedema nexweşiyên şewbê û got, "Xweza û ava me ya paqij mixabin ji aliyê leşkeran ve tê gemarîkirin. Ji ber mehên havînê bêhna genî li her derê belav bûye. Em nikarin ji mala xwe jî derkevin. Ji ber germê zarok, her wiha mirovên bi temen jî dikevin ava çem. Ev jî dibe sedema metirsiya nexweşiyên şewbê. Tevî ku me bi dehan daxwazname pêşkêş kir hîn encamek wernegirtine."