Asurî, Sûryanî û Keldaniyan Xerîb bi bîr anî

Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê (MOP) li ser navê gelê Asûrî, Sûryanî, Keldanî daxuyaniyek da, Endamê Konseya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb ku di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dayî bi bîr anî.

MOP'ê ya ku daxuyaniyeke nivîskî dayî, êrîşa 5'ê Tîrmehê û hişmendiya ku bûye zemîna vê êrîşê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em MOP, hevrê Diyar Xerîb ê şoreşger, sosyalîst û dostê hêja yê gelan, bi rêzdarî, hurmet û minet bi bîr tînin. Em wê hişmendiya ku ew û hevrêyên wî qetil kirin, hişmendiya ku bûye zemîna vê komkujiyê şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de hate gotin dewleta Tirk ji roja ku hatiye damezirîn dewleteke qirker e, qirkirina 1915'an hate bibîrxistin. MOP'ê diyar kir ku ji wê demê û heta niha li dijî gel dewleta Tirk bi hişmendiyeke qirker tevdigere û destnîşan kir, 50 sal in di şexsê Têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê de li dijî gelê Kurd û lîderên wê bi nêzîkatiyeke qirker tevdigere. Bi berdewamî têkçûnên AKP'ê yên li bara Kurdan hate bibîrxistin û hate gotin ji ber vê dewleta Tirk zêdetir êrîşkariya faşîst dike.

BANGA LI PDK'Ê: DEV JÊ BIQERE

Bi berdewamî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûr hate bibîrxistin û hate gotin, PDK têkiliyên xwe yên bi dewleta qirker a Tirk re diddomîne, ev jî cografyaya Kurdistanê dide ber dagirkirinê. MOP'ê diyar kir, "Bi vê nêzîkatiyê hewl tê dayin ku rûmeta gelê Kurd, a gelan û kesên ku demokrasiye diparêzin, were binpêkirin. Ev nayê qebûlkirin û li dijî exlaqê siyasî ye. Bi vî bingehî bi bêbextî berê xwe dane hevrê Diyar Xerîb, ku bi helwest, bi hişmendî, exlaq û alîgiriya demokrasiyê li dijî dagirkerina Başûrê Kurdistanê bû û ew û hevrêyên wî bi hev re qetil kirin."

MOP'ê bi berdewamî ragihand, di şexsê Diyar Xerîb de ev peyama dewleta qirker û faşîst a Tirk û ya PDK'ê ya paşverû û noker e, ya ji bo qedroyên pêşeng ên şoreşger ên gelê Kurd û destnîşan kir, "Çi kesê ku alîgirê demokrasî, azadî, wekhevî, miroviyê ye dijberiya li dijî vê hişmendiyê, helwesta li dijî dewleta qirker a Tirk helwesteke bi rûmet e.

Em MOP bang li PDK'ê dikin ku ji dev ji polîtîkaya dagirker a dewleta Tirk biqere, bi gelê Kurd re yekîtiya neteweyî ya demokratîk ava bike.  Ne bi meşa bi hişmendiya dewleta Tirk a qirker re, lê bi meşa pêkhateyên siyasî yên Kurd re gelê Kurd dikare bibe xwedî vîna demokratîk a neteweyî."