'Aştiya Kurd wê bi Tirkiyeyê jî bide qezençkirin'

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Ceylan ragihand ku israra burokrasiya dewletê ya di şer de, bi Tirkiyeyê dide windakirin û got, "Aştiya Kurd wê bi Tirkiyeyê jî bide qezençkirin."

Hevserokê Bajarê Amedê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyyat Ceylan ji ANF'ê re axivî.

Ceylan anî ziman ku desthilatdariya AKP-MHP'ê li ser dijminatiya li Kurdan siyasetê dike; şer dewam dike û destnîşan kir ku pirsgirêkên din jî encama vê yekê ye.

Ceylan bal kişand ser têkiliya navbera şer û tecrîdê, şer û krîza aboriyê û got, "Siyaseta şer bandora xwe bi rengê tecrîdê civakî dike, hewl dide ku li nava me hemûyan belav bike. Tecrîd weke siyaseta şer li me vedigere. Lewma dijberiya li şer, têkoşîna li dijî tecrîdê tê wateya aştiya civakî. Aştiya civakî jî ne tenê bi Kurdan wê bi her kesî bide qezençkirin. Bi vî rengî tê fêhmkirin û çareseriya bi rê û rêbazên aştiyane ya pirsgirêka Kurd çiqasî girîng e."

HDP BÛ HÊVÎ

Ceylan diyar kir ku fikrê HDP'ê xurtkirina siyaseta aştiyê ferz dike, HDP bûye hêvî û ragihand ku ne tenê Kurd, gelên li Tirkiyeyê hemû dest bi xwedîderketina li HDP'ê kirine.

Ceylan anî ziman ku ew têkoşîn û siyaseteke ji bo jiyaneke azad û wekhev diparêzin û wiha dewam kir, "Eger em vê nekin hingî em ê bibin dîlên polîtîkaya şer. Lewma divê aştî, çareseriya demokratîk û siyaseta demokratîk bê serwerkirin. Em dibêjin ku ev yek wê bi me hemûyan bide qezençkirin. Em hewl didin vê siyasetê civakî bikin. HDP navnîşana çareseriyê ye. Haya xwe ji vê wezîfe û berpirsyariya xwe heye."

SIYASETA BI GEL RE

Ceylan destnîşan kir ku HDP dema ku xwe digihîne gel, dema ku siyaseta xwe digihîne gel hingî rêwîtiya xwe bi xurtî dewam dike û got, "Rêxistiniyeke bi vî rengî ye. Hêzên pêşeng ên vê rêxistiniyê jî jin, ciwan, kedkar û bindest in. Em hewl didin bingeha rêxistinî li ser vê yekê biafirînin. Wezîfeya me ye ku em ciwanan bi rêxistin bikin. Wezîfeya me ye ku em rêxistiniya jinê bigihînin hemû dînamîkên civakê."

TIŞTEKÎ KU DESTHILATDARÎ KARIBE BIDE NÎNE

Ceylan diyar kir ku ji aliyê madî û manewî ve tiştekî ku desthilatdariya heyî bide gelan nemaye, civak divê êdî ji vê desthilatdariyê rizgar bibe û got, "Ev yek jî bi têkoşîna civakî, bi rêxistiniya civakî dibe. Divê burokrasiya têkildar a dewletê jî zanibe ku israra di şaşitiyê de, israra di polîtîkaya şer de bi me hemûyan dide windakirin. Aştiya Kurd wê bi Tirkiyeyê jî bide qezençkirin. Ji ber vê yekê divê dengê aştiyê yê Abdullah Ocalan bigihêje civakê."