Aştî: Divê Kurd bibin yek

Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û got, "Em gelê Kurd divê hevgirtî û yek bin."

Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî destnîşan kir ku divê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk helwesteke hevpar bê nîşandan.

Aştî ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku Kurd tifaqeke xurt di nava xwe de çêbikin, wê dagirker nikaribin ewçend bi rehetî tevbigerin.

Aştî bal kişand ser hewldanên ji bo şerekî navxweyî yê Kurdan û got, "Ji ber vê yekê divê Kurd bi lezgînî hevpeymanekê di nava xwe de çêbikin. Ev hevpeyman jî divê hestê yekîtî û tifaqê yê Kurdan ji xwe re bike esas. Pirsgirêka me ya sereke ew eku xwedî perspektîfeke yekîtiya neteweyî nîne. Eger em dûrî vê perspektîfê tevbigerin, hingî em ê nikaribin li ber dijminê xwe rabin. Di binê êrişên heyî yên dagirkeriyê de parçebûna me heye. Qet nebe ji aliyê hişmendî û îdeolojiyê ve me yekîtiya xwe kiribûna, îro em ê li asteke cuda bûna."

Aştî destnîşan kir ku Kurd divê beriya her tiştî siyaseteke neteweyî bimeşînin û bi vî rengî wê karibin pirsgirêkên mezin çareser bikin.

Aştî ragihand ku yekane derdê partiyên siyasî yên Kurdan divê Kurdistan be û wiha dewam kir, "Her wiha divê siyaseta Kurd mantiqekî ji xwe re çêbike. Ev mantiq jî divê li gorî berjewendiyên neteweyî be. Ji daxwazên partî û saziyan wêdetir, divê paşeroja Kurd û Kurdistanê bibe esas. Bi şaşitiyên xwe, bi rastiyên xwe divê em teqez li hev bicivin, bibin yek. Her wiha divê Kurd hemû rêveberiya Başûrê Kurdistanê rewa bibînin û rêveberî jî bi Kurdan hemûyan re zimanê yekîtiyê biafirîne. Ji ber ku Başûrê Kurdistanê ne tenê ya partiyekê yan jî malbatekê ye, ya Kurdan hemûyan e. Dema ku me ev hemû kir, hingî em ê bi rengekî yekser êrişên dagirkeriyê têk bibin."