Asrîn Cûdî: Berxwedana li Heftanînê têkoşîna jinê ye

Ji fermandarên YJA Starê Asrîn Cûdî diyar kir, ku mezintirîn têkoşîna jinê ya cîhanê niha li Rojhilata Navîn tê meşandin û got, "Gerîlayên jin ên ku li Heftanînê şer dikin, di rastiyê de têkoşîna jinê dimeşînin."

Yek ji fermandarên YJA Starê Asrîn Cûdî berxwedana gerîla, tundiya li dijî jinê, hevpeymana Stenbolê û girîngiya jineolojiyê ji ANF'ê re nirxand.

Asrîn Cûdî got, "Tûndî û zexta li jinê, bi taybetî di van rojên dawî de di ragihandina Tirkiyeyê de derdikeve pêş. Jin hinek tiştan qebul nakin, protesto dikin û dixwazin helwesta xwe raber bikin. Çawa tê fêm kirin, weke ku jin cara ewile û bi tundiyê rû bi rû dimîne, tê gotûbêj kirin. Di rastiya xwe de ne wisa ye. Sedema hatina me ya li serê çiyê jî zext û zordariya li jinê ye. Nakokiyên li nava malbatê, li nava civakê dibe sedem ku jinên Kurd berê xwe bidin çiyayên Kurdistanê. Zextên li nava malbatê, li nava pergalê hîn bêhtir berê mirovan dide çiyê. Em li kî derê û di nav kîjan xebatê de bibin jî, divê em hîn bêhtir di vê mijarê de baldar bibin. Em jî mijara Hevpeymana Stenbolê ku tê nîqaşkirin, bûyerên destavêtin, kuştin û komkujiyên li dijî jinan ji nêz ve dişopînin."

'TI QANÛN Û HEVPEYMAN PIRSGIRÊKÊN JINAN Û CIVAKÊ ÇARESER NAKIN'

Fermandar Asrîn Cûdî diyar kir ku Hevpeymana Stenbolê û qanûnên li dijî jinê, qeyrana li nava civakê çareser nake û got, "Êrişên hikumeta AKP'ê û desthilatdariya li Tirkiyeyê êrişeke nû nîne ku li dijî jinan tê kirin. Di deshilatdariya AKP'ê de êrîşên li ser jinan, li ser civakê, hatin kûrkirin û hatin xurtkirin. Ji bo hikumeta AKP'ê karibe faşîzma xwe mayinde bike, bi konsepteke giştî tevdigere û êrîşên cur be cur li ser jinê plan dike. Tiştên ku di nav pergalê de diqewimin, tenê bi polîtîkayên AKP'ê re eleqedar nînin, bi hegemonya û serweriya giştî re eleqedar in. Divê ev polîtîkayên li dijî jinê, mirov tenê bi desthilatdariya Erdogan nenirxînin. Mesela welatên li Ewropayê di derheqê mafê jinê de û di derbarê qanûnan de gelek hevpeyman hene, lê ev qanûn û hevpeyman pêşiya aqil û hişmendiya mêr a serwer nagire. Li dijî tundiya li nava malbatê, li nava sûkê û saziyan li dijî jinê tê kirin ti qanûn têrker nîne, ji ber ku dîrok bi vê tundiyê hatiye xemilandin û hatiye çêkirin. Dîroka serdest xwe bi zilamsalariyê çêkiriye. Helwestên ku li Tirkiyeyê derdikevin pêş, helwesteke hêja ye."

'NASNAMEYA JINAN RAST NAXWÎNIN'

Fermandara YJA-STAR'ê Asrîn Cudî bi dewamî diyar kir ku divê parlamenterên jin ên li nava AKP'ê nasnameya jinê rast bixîne û wiha dewam kir: "Hikumeta li Tirkiyeyê di rewşeke normal de mijara jinê di ragihandina xwe de nake rojev. Hêza jin heye ku bi enerjiya xwe bi rêxistinbûyîna xwe faşîzmê hilweşîne. Hinek komeleyên jinan hene û di nav partiyên siyasî de xwe rêxistin kirine û dixwazin beramberê vê tundiyê bisekinin. Ev helwesteke pîroz e. Erdogan bi taştiya xwe bi firavina xwe û bi her tiştê xwe bi xwîne. Wexta ku jin derdikevin kolanan mirov hêrsa AKP'ê dibîne ku her tişt li ser jinê bêsînor e. Ji ber ku jin tundiyê qebûl nake, hatiye tepisandin, xeteriya ku heye dizanin, wexta serî radikin. Wexta encamên wê bibînin, wê deshiltdariya AKP'ê ber bi hilweşandinê ve biçe. Li parlamentê û li nava civaka Tirkiyeyê jî parlamenterên jin ên AKP'ê nasnameya jinê rast naxwînin, ev yek bi hişmendiyê ve eleqedar e. Li dijî tundiya li jinê nikarin helwesta xwe nîşan bidin, hinek li derdora Erdogan kom bûne û hinekê li berjewendiyên xwe difikirin."

'PIRSGIRÊK ÇAVKANIYA XWE JI DÎROK Û PERGALÊ DIGIRIN'

Fermandara YJA-STAR’ê Asrîn Cudî jineolojiyê wek modela jiyanê pênase kir ku bi destê jinê tê afirandin û got,"Bi rewşa civak û jiyanê ve girêdayî jineolojî heye. Jineolojî ilmê jiyanê ye, ilmê jinê ye û bi destê jinê tê pêşxistin. Bingeha xwe ji aliyê jin ve tê çêkirin. Li hemberî çi û çima jineolojî, di rastiyê de pêwîstiyek bû. Dema ku mirov van mijaran dinirxîne, bersiva van pirsan hîn bêhtir şênber dibe. Dema Rêber Apo got, 'divê sedsala 21'emîn bibe sedsala jinê' bêguman ev hemû tişt di nav de ye. Ji bo jin şoreşa xwe çêbike, şoreşa civakê çêbike.

Di vê sedsala ku em tê de ne êdî pir tişt zelal bûne, tiştek veşartî nemaye. Pergal û dewlet weke saziyekê nikare xwe bi rêve bibe, pergala kapîtalîst li beramberê jinê û nikare pirsgirêkên civakê çareser bike. Li Kurdistanê, li Tirkiyeyê û herî zêde ev polîtîkayên tundiyê li Rojhilata Navîn xwe dide der.

Niha li Kurdistanê modeleke nû ya însan û civakê çêdibe. Li beramberê van politikayan modelekî nû derdikeve. Li herêmê hem qeyran kûrtir dibe, hem jî têkoşîn dijwar dibe, têkoşîna civakî ferz dibe. Rastiyeke femînîzmê heye, bi salane li Ewropayê qad û kolan hejand. Bi qasê ku tê xwestin têkoşîn têrker nebe jî li beramberê pergalê, serhildana jinan û têkoşina civakê dom dike. Ev berxwedan û ev rastî di şexsê jinên Rojhilata Navîn de tê dîtin. Şoreşa Rojava û berxwedana jinên êzidî mînak in ku pêşengiya şoreşê dikin. Jinên Durzî, jinên Ereb, xwe di nav qadên têkoşînê de bi cih dikin. Ji ber ku pirsgirêk çavkaniya xwe ji dewletê, ji dîrokê û ji pergalê digre."

'GERÎLA DI JINEOLOJÎ, FELSEFE Û RASTIYÊ DE ISRAR DIKE'

Fermandara YJA STAR'ê Asrîn Cudî di dawiya axaftina xwe de got; "Gerîla bi berxwedana xwe di jineolojiyê, felsefe û rastiyê de israr dike. Rêber APO, di encama van hemû pirsgirêkan de berê me dide jineolojiyê. Jineolojî hem ji bo gerîla, hem ji bo Kurdan ku li serê çiyê têdikoşin, şer dikin, helwestê datîne. Divê xwe bigihîne ilim û zanistiyekî, ev zanistî jî li çiyayan pêş dikeve. Mirov vê fêm dike ku ilmê jineolojiyê ji tiştekî qut nayê nirxandin. Ji ber ku zanist wisa ye û dixwaze xwe bi civakê re çêbike. Ji bo ev zanistî belav bibe, erk û berpirsyariya wî dikeve, li ser milê gerîlayên ku li çiyayan têdikoşin. Şerê ku li Kurdistanê diqewime û berxwedana ku tê kirin, di şexsê gerîla de tê dîtin. Gerîla ne tenê şer dike, di jiyana xwe de felsefe, rastî û di jineolojiyê de israr dike. Mesela gerîlayên li herêma Heftanînê polîtîkayên dewleta Tirk pûç dikin, hem jî vîna gerîlan, vîna jinan derdikeve pêş. Ji ber ku êdî jin rewşa xwe û nasnameya xwe nas dike, an wê vê nasnameyê biguherîne yan jî çi pêwist bibe, wê ji bo wî nasnameyê xwe feda bike. Şerê jin ê li çiyayan, artêşbûyîna jin û divê mirov wisa lê binêre, di qadên Bakur, Başûr û Rojhilat de wisa ye. Pirsgirêkên ku tevahiya mirovatiyê eleqedar dike, derdikeve holê. Helwesta herî radikal ew e yên ku têkoşîna xwe didomînin, şerê xwe dikin. Li gel têkoşîna çekdarî, ilmê jineolojiyê, zanistiya civakê kûr dike û bi xwe re serketinê çêdike. Li herêma Heftanînê berxwedana ku di şexsê Nucan, Esmer û Zelalan de diyar bû, zanistiya gerîla, zanistiya têkoşînê eşkere kir. Ev zanistî artêşa Tirk û dagirkeriyê têk dibe. Têkoşîna jinan berxwedana gerîlayan, li çiyayên Kurdistanê gihiştiye lûtkeyê."