Aslan: Me hê agahî ji gund negirtine; fikarên me zêde dibin

Gundê Xerabê Bava yê Mêrdînê, ku ji aliyê artêşa Tirk ve dor lê hatiye girtin, hê jî agahî jê nayê girtin. Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Aslan got, "Em gelekî bi fikar in, ku tiştekî bînin serê gundiyan."

Piştî ku dewleta Tirk li 9 gundên navçeyên Artûklû, Nisêbîn û Mehsert ên Mêrdîn derketina derve qedexe kir, zext û êrîşên li derveyî mirovahiyê li gundiyên vê herêmê hat kirin. Ji van gundan hê jî agahî nayê girtin. Yek ji gundên dorpêçî û êrîş lê giran e, gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê ye. Ji duh êvarê û vir ve bi ti awayî agahî ji gund nayê girtin.

Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Aslan da xuyakirin, ku li gorî agahiyên ji gund gihîştine ber destê wan, heywanên li gund ji nêza telef dibin.

'HÊZÊN DEWLETÊ GUND DAGIR KIRIN'

Aslan da xuyakirin, ji aliyê fermî ve li 9 gundan derketina derve hatiye qedexekirin, lê belê li gelek gundên Stewrê jî di pratîkê de derketina derve qedexe ye. Aslan diyar kir, gefeke mezin li jiyana bi hezaran gundiyan tê xwarin.

Hevserokê HDP'ê yê Bajêr anî ziman, dibistanên li van gundan bûne biryargehên leşkerî, li malên sersaxiyê hêzên dewletê hatine bicihkirin û jiyana gundiyan ji her alî ve hatiye dagirkirin.

'EM GELEKÎ BI FIKAR IN'

Aslan destnîşan kir, ku bi taybetî li gundê Xerabê Bava yê Nisêbînê dorpêçî û êrîşeke giran heye û got, "Li vî gundî gelek kes hatine binçavkirin û îşkence li wan tê kirin. Ji duh êvarê û vir ve em bi ti awayî agahiyê ji vî gundî nagirin. Têkiliya me ya bi gundiyan re qut bûye. Ji jiyana gundiyan em gelekî bi fikar in. Dibe ku komkujî jî kiribin."

'HEYWAN TELEF BÛNE'

Aslan da zanîn, herî dawî wan bihîstine ku li gundê Xerabê Bava, heywan ji nêza telef dibin û anî ziman, ketin û derketina gund qedexe ye. Aslan diyar kir, herî dawî xetên înternetê û telefonê li gund hatin birîn û bi vî awayî têkilî bi temamî qut bû.

Hevserokê HDP'ê yê Mêrdînê Alî Aslan xwest, ev dorpêçî derhal bê rakirin, êrîş bên qedandin û li ser rewşa li vî gundî agahiyeke zelal ji raya giştî re bê dayîn.