Aslan: Heta ku hilweşandin bisekine wê çalakiyên me bidomin

Parlamenterê Batmanê yê HDP'yî Mehmet Alî Aslan çalakiya xwe ya li dijî hilweşandina Keleha Darphane a Heskîfê dayî destpêkirin bi dawî kir û wiha got; "Ger ku hilweşandin raneweste, em ê çalakiyên berfirehtir lidar bixin."

Parlementerê HDP'ê yê Batmanê Mehmet Alî Aslan, ku di 17'ê Tebaxê de li Keleha Darphane ya Heskifê li dijî talankirin, wêrankirin û dînamîtkirina şikeftên Heskifê xwe bi zinar û latên Heskîfê ve zincîr kir, dawî li çalakiya xwe anî. Aslan, ji ber xwedîlêderketin û piştgiriya gel spasiyên xwe pêşkêş kir û wiha got: "Em ê li dijî talankirin û wêrankirinê çalakiyên xwe berdewam bikin. Kesên ferman dane wê bên darizandin. Rayedarên fermî berpirsiyar in ku cih û warên dîrokî biparêzin. Lê kesên ku divê warên dîrokî û çandî biparezin, talan û wêran dikin. Dewlet û hikûmet li dijî xalên qanûna bingehîn sûc dikin. Ji bo ku dawî li talankirin û wêrankirinê bê min dest bi vê çalakiyê kir. Yên ferman dane talankirinê wê bên darizandin.

Aslan, anî ziman ku tu mafê hikûmetê tune ku pira di navbera pêşeroj û paşerojê qut bike û wiha got: "Hikûmet ji bo enerjiya 40-50 salan dîroka 12 hezar salan talan dike. Enerjiya dîrok û çandê jî heye. Min çar roj berê ji bo xerakirin û talankirina Heskîfê raweste, ji bo hişyariyê dest bi vê çalakiyê kir. Ger ku hikûmeta AKP'ê vê talankirinê ranewestîne em ê bi çalakiyên mezintir derkevin qadan. Zinar û latên ku dîroka 12 hezar salan a bajarê antîk li ser heye bi dînamêtan tê tunekirin. Talîban jî peykerên Buda û DAIŞ'e jî li Muzeya Mûsilê û Bajarê Antîk ê Palmîra talan dikir û xera dikir. Tu ferqa wan ji hev tune ye."

Aslan bal kişand ser polîtîkayên AKP'ê yên li dijî dîroka Mezotopamyayê û Kurdan û wiha berdewam kir: "Heskîf pira di navera paşeroj û pêşeroje de ye. Dîrokê bi hev ve girê dide. Diyar dike ku mirovên îro ji ku hatine û ber bi ku ve diçin. Ger ku ev hilweşîn û talankirin neyê rawestandin em ê çalakiyên mezintir pêk bînin.

Em bang li hemû cemaweriya Tirkiye û cîhanê dikin ku li hemberî talankirina dîrokê dengê xwe bilind bikin û li Heskîfê xwedî derkevin."