Asayîşa PDK’ê êşkenceyê li Eyûb Xelîl dike

Çalakgerê mertalê zindî Eyûb Xelîl ku ji aliyê asayîşa PDK’ê ya navçeya Mesîf a Hewlêrê ve hatibû destgîr kirin, êşkence lê tê kirin.

Welatiyê Kerkûkê Eyûb Xelîl li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li dijî Başûrê Kurdistanê beşdarî çalakiya mertalên zindî bûbû, lê dema vegerê de ji aliyê asayîşa Sîdekanê ve 7’ê Tîrmehê hatibû destgîrkirin. Asayîşa PDK’ê bi sûcê dijî dagirkeriya dewleta Tirk deketiye Xelîl destgîr kirin.

Li gorî agahiyên ji koma mertalên zindî hatine girtin Eyûb Xelîl veguhestine asayîşa PDK’ê ya navçeya Mesîf a Hewlêrê. Her wiha çalakgerên mertalên zindî ragihand ku asayîşa PDK’ê êşkence li Xelîl dike û destûr nadin ku dayik û bavê Xelîl hevdîtinê li gel kurê xwe bikin.

Çalakgerê mertalê zindî Bahoz Cûdî diyar kir ku asayîşa PDK’ê bi destgîrkirinê dixwaze tirsê belav bike û dest ji çalakiya mertalên zindî berdin. Bahoz got; “Em radigihînin ku em ê çong ne danin. Me çonk ji êşkence û zindankirina rejîma Baas re ne danî em ji bo PDK’ê jî çong nadanîn.”

Bahoz Cûdî herî dawî ragihand ku PDK bi vî awayî dixwaze wan ji navçeyê dûrbixe û zêdetir rê bide dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê.