Asayîşa PDK'ê êrîşî greva birçîbûnê kir: 5 kes hatin destgîrkirin-NÛ BÛ

Asayîşa PDK’ê êrîşî konê greva birçîbûnê yê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê kir. 5 xwendekarên ku serdana çalakgerên greva birçîbûnê kiribûn, destgîr kir.

Asayîşa PDK'ê îro saet 13:30'î êrîş bir ser konê greva birçîbûnê yê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Hewlêrê. Hêzên Asayîşê hilweşandin û kel û pel hemû desteser kirin.

Her wiha ligel desteserkina amûr û alavên çalakvanan, 5 ciwanên xwendekar ên çûyî sedana çalakgeran ji aliyê asayîşê ve hatin destgîrkirin.

Navê ciwanên hatî destgîrkirin wiha ye: Egîd Uren, Huseyîn Talî, Orhan Îke, Kerem Ozgun û Harûn Ûren.

Çalakgerên greva birçîbûnê hîn li qadê ne û bi biryar in çalakiya xwe bidomînin.