Asayîşa PDK’ê êrîşî girseya dixwest biçe sîdekanê kirin

Asayîşa PDK’ê li Qesrê êrîşî girseya ku ji 8 navendên cuda ji bo li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê ketibûn ser rêya Sîdekanê, kirin.

Girseya gel a bi armanca protestokirina êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê di saetên sibê de ji bajarê Silêmanî, Hewlê, Ranya, Qelediz, Şarezû, Kelar, û Qendîlê di pêşengtiya RJAK’ê de ketibûn ser rê, Asayîşa PDK’ê li Qesrê ya Hewlêrê êrîş bire ser girseyê. Asayîşê rê neda ku girse biçe Sîdekanê.

Di meşa hevseroka Tevgera Azadî Şilan Şekir, Hevserokê Meclîsa Gel a Qendîl, namzetê parlemeteriyê Aso Mihemed, Selam Ebdullah, RJAK û gelek nûnerên partiyan cih girt de, alên PKK’ê hatin bilindkirin.

Girseya ku dirûşmên “Bijî Kurdistan”, “Bijî Berxwedana Sîdekan” , “Dagirkerî biçe derve” û “Bijî Gerîla” qîr kirin, wêneyên kesên di êrîşên dagirkeriya artêşa Tirk de şehîd bûne hilcan û bi xwendina srûdan êrîş protesto kirin.

Girseya li Balayan hatin ba hev, ber bi Sîdekanê ketin ser rê. Asayîşa PDK’ê li nuqteya kontrolê ya Qesrê pêşiya gel girt. Her wiha rê neda ku çapemenî li vir karê xwe bike.

Di hevdîtinên bi Asayîşa PDK’ê ya li nuqteya kontrolê ya Qesrê ku rê neda gel re hate kirin de, asayîşê bi gotina “Ferman ji jor hatiye” da, wê rê nedin ku girse derbas bibe. Li ser vê girseyê nerazîbûn nîşan dan û gotin wê meşa xwe bidomînin. Li ser vê biryara gel hêzên asayîşê gule reşandin û pêşiya meşê girtin.

Li dijî vê gel bi dirûşmên “Bimre xiyanet” û “Bijî HPG” qîr kirin û nerazîbûnên xwe nîşan dan.