'Artêşbûn erka sereke ya ciwanên Kurdistanê ye'

Endama Komîteya Çand û Hunerê ya Rojhilatê Kurdistanê Adar Bêrîtan bal kişand ser êrişên li ser Başûr û diyar kir ku divê ciwanên Kurd van êrişan li hemberî xwe bibînin. Adar Bêrîtan got, artêşbûna gelê Kurdistanê erkekî wijdanî yê her ciwanekî ye.

Endama Komîteya Çand û Huner a Rojhilatê Kurdistan (Koma Bîston) Adar Gabar têkildarê girîngiya 15’ê Tebaxê, çawatiya bandora wê ya li ser Kurdistanê û Rojhilata Navîn û ruhê ku wê demê hate avakirin û heya roja me ya îro dom kirî, ji ANF’ê re nirxand.

Gabar di serî de 15’ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê azadîxwaz û li hemû Şehîdên Kurdistanê pîroz kir û got: “Di kesayeta şehîdê mezin heval Egîd de hemû Şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim û bejna xwe li beramberî bîranînê wan ditewînim. Heval Egîd ji bo me fermandarekî nimûne ye wekî hêzên rizgariya Kurdistanê. Tekoşîna ku îro em dikin bi saya heval Egîd e. Guleya yekem li Dihê û Şemzînanê teqiyayî, bi xwe di çaranûsa gelan de nûbûnek avakir.”

Adar Gabar bal kişande ser girîngiya wê serdema ku pêngava 15’ê Tebaxê hate destpêkirin û wiha pêde çû: “Heval Egîd di wê bîr û baweriyê de bû ku çiqasê aliyê me yê rêxistinî mezin bibe wê ewqas jî, gelê Kurdistanê were parastin. Pêngava ku heval Egîd da destpêkirin ji bo bersivdayîna berxwedana zindana Amedê bû. Di aliyê din de jî gelê Kurd rû bi rûyî qirkirinekê çandî dihat. Yanî ew pêvajo pir zehmet bû û pêngava ku Heval Egîd da destpêkirin bû bersivek ji hemû lîstokên dijmin.”

Gerîlaya jin Gabar destnişan kir ku Pêngava 15 Tebaxê wêrekî û bawerî da gelê Kurd û diyar kir: “Piştî wê pêngavê gelê Kurd ji xewa xwe ya giran şiyar bû û cesaret û bawerî girt. Beşdarbûna nava refên azadiyê pir zêde çêbû, bi taybet keç û xortên Kurd berê xwe dan çiyayan. Îro jî em dibînin ku hejmara gerîla di çi astê de ye. Mînaka wê jî berxwedana li hemberî DAÎŞ’ê ya li Rojavayê Kurdistanê ye, gelê Kurd pêşengiya berxwedana li hemberî DAÎŞ’ê kir. Ev jî bi saya Şehîdê mezin heval Egîd bû. Ji bo wê jî 15’ê Tebaxê her sal ji bo me wekî vejîna artêşbûna gelê Kurdistanê ye.”

Endama Koma Bîston Adar Gabar di berdewamiya axiftina xwe de bal kişande ser şopdarên heval Egîd yên ku îro li Zagrosan berxwedaniyê dikin û wiha nirxandina xwe domand: “Îro gerîlayên azadiyê têkoşînê bi ruhekî pir mezin û taktîkên nû birêve dibe. Li Mam Reşo li Girê Zendûra efsaneyên ku bi xwînê tên nivîsandin çêdibin. Bi sedan Şehîd têne dayîn, lê tu carî gav bi paş de nayên avêtin, li hemberî dagirker û îxanetkaran seknekî bi rûmet heye, sekenekî fedayî bi rihê Zîlan û Egîdan heye.”

Gabar di beşek din a nirxandinên xwe de dibêje ku artêşbûna gelê Kurdistanê erkekî wijdanî ye û pêwîste her ciwanek erkê xwe bibîne. Gabar wiha pêde çû: “Li Rojavayê Kurdistan û Şengal me dagirker dîtin bê ka çawa bi êrîşên hovane bi ser gelê me de hatin. Ji bo ku em van êrişan vala derbixin û faşizim têk bibin divê ciwanên Kurd li her derê tekoşîn û rêxistinbûna xwe mezin bikin. Di Rojhilata Navîn de nimûneyekî wekî gerîla ku li hemberî dewletekî ewqas hov derketiye, nehatiye dîtin. Heta niha li ser gelê me yê Şengalê û Mexmûrê gef hene, gel di bin gefan de xew dike. Her wiha xeterî li ser Başûrê Kurdistanê jî heye. Pêwîste hemû ciwanên Kurd li hemberî van êrişan hişyar be.”

Adar Gabar di dawiya axaftina xwe de bang li gelê Rojhilatê Kurdistanê kir ku ruhê 15’ê Tebaxê bikin ruhê serhildanê û wiha dawî li nirxandinên xwe anî: “Pêwîste 15’ê Tebaxê bibe ruhê azadî û wekheviya di nava gelê Kurd de. Em qeyranên ku îro li Rojhilatê Kurdistanê heyî dibînin, lê pêwîste gel di wê mijarê de bi ruhê şerê gelê Şoreşgerî tevbigerê. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê xwe berpirsiyarê wê bibîne. Herî kêm beşdarbûnên nava rêzên gerîla çêbikin. Em rojane dibînin ku rêjîma Îranê mirovan darve dike û kolberan qetil dike, ev rêjîm nahêle gel qala mafê xwe jî bike û her roj bi rengekî hovane êrişî gel dike. Em dibînin dijminê gelê Kurd çawa bi şêweyekî hovane êrişî desketiyên gelê Kurd dike. Ji bo em di zutirîn dem de dijminê gelê Kurd yê faşîst ji holê rabikin. Bi wê zewaca di temenê biçûk de dixwezin jin û civakê tune bikin, bi teybet divê jinên ciwan li hemberî vê yekê serî rakin.”