Dewleta Tirk agir berda zeviyên gundê Bêdohê yê Kanîmasî

Êrîş û dagirkeriya artêşa Tirk a li Başûrê Kurdistanê bi taybet li jîngehên sivîlan bênavber dewam dike. Di dîmanan de bi vekirî dixuyê ku jîngehên walatiyên sivîl tên şewitandin.

Ev dîmenên şewitandina zeviyên gundê Bêdohê ya Kanîmasyayê ye. Piştî çiyayên wê ji aliyê leşkerên Tirk ve hate dagirkirin, bi topan agir berdan zevî û daristanên herêmê.

Ji ber topbaranê agir bi zevî û baçeyên welatiyên sivîlan ketiye. Ketina gundên li ser sînorên Başûr-Bakurê Kurdistanê hatine qedexekirin.

Hate ragihandin ku eger welatî bikevin van herêman dibin hedefa êrîşa û ji bûyerên rû bidin weke berpirs tên nişandan.

Gundiyên gundê Mîkdada ji bo çûna gundên xwe destûrê ji PDK’ê dixwazin.

Her wiha gundên Sipêndarê, Kirî, Bêdoh, Berojê Kanîmasî û Dêrîşkê hatine qedexekirin û nikarin biçin gundên xwe.

Dîsa artêşa Tirk bi balafiran çek û cebilxane ji bo leşkerên li herêmê datînin.