Artêşa Tirk li ser sînorê Heftanînê dest bi operasyonê kir

Artêşa Tirk, danê vê sibehê li ser sînorê Heftanînê dest bi operasyonê kir. Di operasyonê de şer qewimî. Balafirên şer ên Tirk jî bombeyan li herêmê dibarînin.

Li herêmên Bêzenik û girê Keçel ên Heftanînê, ku ser bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, artêşa Tirk tevî cerdevanan danê vê sibehê saet di 06:15'an de dest bi operasyonê kir.

Di navbera artêşa Tirk û gerîla de li hin cihan şer qewimî. Li gorî agahiyan, balafirên şer ên Tirk jî bombe li Geliyê Pîsaxa barandin.

Hat ragihandin, cerdevanên Sêgirkê, Bileh û Nerweh Qirorê jî tevlî operasyonê bûne.

Çav li rê ye Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di nava rojê de daxuyaniyekê li ser mijarê bide.