Artêşa Tirk li Omeryanê dest bi operasyonê kir

Artêşa Tirk a dagirker li herêma Omeryanê ya Mêrdînê dest bi operasyonê kir. Li herêma operasyonê qedexeya derketina derve hate ragihandin.

Artêşa Tirk li herêma Omeryanê ya navbera navçeyên Artûklû, Nisêbîn û Mehsertê yên Mêrdînê dest bi operasyona leşkerî kir.

Walîtiya Mêrdînê jî têkildarî operasyona leşkerî daxuyaniyek weşand. Li gorî daxuyaniyê li bemahiya gundên Kurika Çeto, Qûrdîse, Dara û Qesra Ehmed ên navçeya Artûklûyê, li bejahiya gundên Xerabêbaba, Cinata Muho, Cinata Hiso, Quzo yên navçeya Nisêbînê û gundikê Kûşkayasi, her wiha li bejahiya gundê Haciya yê Mehsertê qedexeya derketina derve hate dayin.