Artêşa Tirk li Licê dest bi operasyonê kir, karê ewilê dar birîn

Artêşa Tirk vê sibehê li gundên Pena, Dibek, Huseynik ên navçeya Lice ya Amedê dest bi operasyoneke leşkerî kirin. Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku leşkeran bi kamyonan dar birîne.

Artêşa Tirk vê sibehê li gundên Pena, Dibek, Huseynik ên navçeya Lice ya Amedê dest bi operasyoneke leşkerî kirin.

Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku cih bi cih dengê çekan bilind dibe, ketin û derketina gundan hatine qedexekirin.

Li Dibek di saet 09:00’an de di bin çavdêriya leşkeran de hinek yekîne ketin daristanê û darên gundiyan birîn. Hate ragihandin ku tevgerekî zêde ya helîkopteran li qadê heye û ji duh şev ve jî dron li herêmê difirin.

Yek ji welatiyên taxên bejahiya dibekê li ser bûyerê ev got: “Di saet 09:00’ê sibê de li gel leşkeran zêdetirî 20 yekîne di destê wan de motorên darbirînê, hatin. Kon danîn û ketin nava daristanê dar birîn. Ji duh şev ve 9 helîkopterên leşkerî li qadê digerin û dron jî li esmanan in, cih bi cih dengê çekan jî tên. Nizanin çi dikin. Darên me dibirin. Yek ji daristanên herî tije yên li vir in. Bax û baxçeyên me li wir in. Heta niha tu kesê li vir dar nebirîne. Ji saetên sibê ve bi dehan kamyon dar birîn, birin. Em ti wateyê nadin wesayîtên zirxî, leşker, helîkopter û birîna daran.”