Artêşa Tirk li Licê dest bi operasyonê kir

Artêşa Tirk ku li bejahiya Licê dest bi operasyonê kir, bi helîkopterên bi tîpa Kobra bombeyan li herêmê dibarîne.

Li bejahiya gundê Dêrxust ê navçeya Licê ya Amedê, artêşa Tirk danê sibehê dest bi operasyonê kir.

Operasyona ku ji aliyê gelek leşkeran ve tê meşandin, dewam dike. Helîkopterên bi tîpa Kobra jî  bombeyan li herêmê dibarînin. Tê gotin, li herêmê şer derketiye. Her wiha ji ber bomberdûmana artêşa Tirk şewat derketiye.

Artêşa Tirk di nava 10 rojên dawî de gelek herêmên Licê şewitand.