Artêşa Tirk li hemberî gerîlayan gaza jehrî bi kar anî

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker a li dijî Girê Mamreşo ya li dijî çeper û tunelên gerîlayan hate şikandin. Artêşa Tirk gaza jehrî bi kar anî.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker li qadên Avaşîn, Zap û Metîna yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê rastî berxwedana gerîlayan tê.

Leşkerên Tirk dema ku xwe berdan Zendûrayê Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal çalakiyek kir.

Artêşa Tirk a dagirker li Girê Mamreşo ya Avaşînê xwest têkeve çeper û tunelên şer ên gerîlayan. Gerîlayên HPG û YJA Starê ev êrîş şikandin.

Artêşa Tirk a dagirker li hemberî berxwedana gerîlayan gaza jehrî bi kar anî.