Artêşa Tirk li Gabarê derb xwar
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk li Gabarê derb xwar.
Navenda Ragihandin û Çapemeniya HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk li Gabarê derb xwar.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"1. Di 9’ê Nîsanê saet di 11.00’an de hêzên me çalakiyek bi ser Tepê Yekmal a li Qilebanê ya bi ser Şirnexê pêk anîne. Hêzên me ji nêzik ve bi roketên RPG-7 û çekên ferdî, kozik, konteynir û wesayîtên zirxî rûxandine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelal kirin.
2. Di 4’ê Nîsanê di saet 05.00’an de Artêşa Tirk li Gebarê li qadên Kela Beremirê, Kela Aşilmê, Sirtê Şehît Sarya û Tepê Ortê bi piştgiriya helîkopterên Kobrayê operasyonek dane dest pê kirin. Artêşa Tirk di saet 06.00’an de ji helîkopteran xwe bera qada Şehît Sarya dane û li vê derê şerek dest pê kiriye. Di vî şerî de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelal kirin.
Di heman rojê de li mintiqaya Kela Beremirê hêzên YJA-Starê li hemberî leşkerên ku derketine operasyonê çalakiya sabotajê pêk anîne. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatine kuştin, 5 leşker jî birîndar bûne. Piştî çalakiyê helîkopterên Kobrayê gule li qadê reşandine.
Di 5’ê Nîsanê di saet 15.30’an de li qada Kela Aşilmê YJA-Starê li hemberî milekî operasyonê çalakiyek pêk anîne. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelal kirin. Di heman rojê de di saet 16.00’an de hêzên me bera leşkerên li Beremirê dane û li vê derê leşkerek hatiye kuştin. Di heman saetê de hêzên me çalakiyeke sûîkastê kirine û li vê derê 3 leşker hatine kuştin.
Di 6’ê Nîsanê saet 09.30’an de balefirên şer ên Arteşa Tirk bombe bi ser herêma Gebarê barandine. Di encama şerê di operasyonê de, têkiliya me ya bi gerîllayekî qut bûye.
3. Di 7’ê Nîsanê de Artêşa Tirk li qada Girê Çolya ya Silopiyê ya bi ser Şirnexê operasyonek daye dest pê kirin. Bi leşkerên ku li gelek girên biçûk ên li herêmê hatine bi cih kirin, operasyon bi berfirehî hatiye domandin. Saet di 12.00’an de komeke gerîlla xwe bera nav girên li nêzî gundê Girê Çolyayê dane. Di çalakiyê de şerek jî pêk hatiye. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelal kirin.
Agahiyên derbarê vê çalakiyê yên ku hê nehatine zelal kirin, wê piştre werin zelal kirin.
Di heman rojê de saet di 17.00’an de li hemberî leşkerên dora Girê Yadê 2 çalakiyên sûîkastê hatine kirin. Encama çalakiyê nehat zelal kirin."