Artêşa Tirk li Dersimê ji gundê ku bomberdûman kiribû vekişiya

Leşkerên artêşa Tirk li gundê Hanê yê Dersimê bomberdûman kiribû û li vê derê kesek qetil kiribû. Li gund fîşekên vala, kortên kûr û bêhna gazê ya giran bala mirov dikşîne.

Artêşa Tirk li bejahiya gundê Hanê yê Qislê (Nazimiye) yê Dersimê operasyonek dabû destpêkirin û piştî operasyonê vekişiya. Di operasyona 4 rojan de qad ji hewayê hate bomberdûmankirin û bi helîkopteran li gundê Hanê û derdora wê jî gule reşandin. Li gundê ku hate bomberdûmankirin ajovanê servîsê kesekî bi navê Ercan Ateş jiyana xwe ji dest da û Mûstafa Ûçan û Alîcan Kasûn ên li gund hatin binçavkirin. 15 kesên ji ber operasyonê ji gund derketin jî çûn gundê Kirmizikopru yê Pulumurê.

REWŞA LI GUND

Gel piştî operasyonê hatin gund. Li her dera gund fîşekên vala û kortên kûr ên ji ber bomberdûmana helîkopteran balê dikişîne. Li gund dûyekî giran û bêhneke giran a gazê jî heye.

Têkildarî Ercan Ateş ê ku di bomberdûmanê de hatibû qetilkirin, Walîtiya Tûnceliyê tu daxuyanî neda.