Artêşa Tirk li çiyayên Zapê kete kemîna gerîlayan!

Gerîlayên ku li çiyayê Zapê şer dikin gotin, artêşa Tirk weke ku ew dibêjin ne serketî ne lê têkçûyî ne.

Têkildarî operasyona dagirkirinê ya artêşa Tirk ku 16’ê Hezîranê li dijî çiyayên Zapê yên Başûrê Kurdistanê dayî dest pê kirin, agahiyên berfireh ên li ser operasyonê, tiştên ku roja 2. a li çiyayên Zapê hate jiyîn li navendanên gerîla me ji gerîla guhdarî kir.

Yek ji fermandarê gerîla Alan Malazagirt û gerîlayên Endamên YJA Starê Ozgur û Rojda ji kamereyên me re axivîn û agahiyên balkêş dan. Gerîlayan diyar kirin artêşa Tirk bi vê operasyona dagirkirinê armanc kiriye ku li Başûrê Kurdistanê li ser beşekî xakê serweriya xwe deyne û çalakiyên ku pêk anîne,hin dîmen par ve kirin.

Li gel gotinên gerîla, dîmenên ku me xwe gihandî wan jî, asta şerê li Zapê yê Başûrê Kurdistanê nîşan dide. Artêşa Tirk ji hêla hewayî ve û bejahiyê ve bi ser çiyayên Zapê de êrîşan tîne. Artêşa Tirk li herêmê dixwaze bi ser Qela Bêdevê, Şehîd Munzur û Gijnê de dixwazin operasyona dagirkirinê pêk bîne. Ev dagirkerî û şerê li herêmê bi zelalî di kamerayan de xuya dike.

 ‘HEWL DIDIN XAKA BAŞÛR BI DEST BIXIN’

Alan Malazgirt got, roja pêşî ya operasyonê êrîşên pir giran ên hewayî anîne û got artêşa Tirk bi balafirên şer, ên keşfê, hawan, obûsan encex sînorê Başûr derbas kirine û got:’’ Hêze li pêş me bêyî teknîk gavekê nikare biçe. Ev jî qelsiya artêşa Tirk nîşan dide. Heke artêşek ev çend girêdayî teknîkê be ev nîşan dide ku nikare şer bike û bi leşkerên xwe ne bawer e. Nihal i Başûr dixwazin beşekî dagir bikin. Li herêma Qela Bêdevê, Şehîd Munzur û Gijnê êrîşên giran hene. Li gor xwe ew dixwazin têkiliya vê xetê ya bi Bakur re bibirin.’’

‘DI DU ROJAN DE 30 JI WAN HATIN KUŞTIN’

Malazagirt got li dijî operasyonê çalakiyên mezin li dar xistiineû got tenê di rojan de 30 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin. Malazgirt got: ‘Li dijî dagirkeriyê çalakiyên me wê mezintir jî bibin. Li dijî vê operasyonê bi mayin, siûqast, çekên giran û êrîşên xwe bi dehan leşker me kuştin. Em li gelek çalakiyan dikin. Di çapemeniyê de me têkçûyî vedibêjin, xwe serkeftî nîşan didin. Rewşa vir berevajî ye. Çi qasî têkevinê ew ê  ew qasî rastî li çalakî û berxwedanê werin.’’

 ‘NIKARIN ÇALAKIYÊN ME BIDIN SEKINANDIN’

Gerîlayên YJA Starê Ozgur û Rojda derbarê şêwaza çalakiyan a gerîla agahiyên balkêş dan û gotin li dijî vê teknîka şer, vîna gerîla, pisporiya taktîk û azîneyê bi ser ketiye: ‘Ji destpêka operasyonê ve her roj li xakên Başûr dixin. Niha di nav ev çend êrîş de di demeke wiha de ku qet ne li bendê ne em derbên giran li hêza wan a operasyonê dixin. Balafirên wan ên şer hene, ên me jî kleş. Dîsa jî nikarin çalakiyên me rawestînin.’’

 ‘PSÎKOLJIYA WAN TÊK ÇÛ’

Gerîlyan diyar kirin moral û motîvasyona wan pir baş e û li dijî operasyona dagirker jî çalakiyên wan wê bi geşbûnê berdewam bikin. Gerîlayan diyar kirin di vê operasyonê de derb li helîkoptêran xistine, artêşa Tirk piştî derba li helîkoptêran helîkoptêr kêm kirine. Gerîlayan gotin artêşa Tirk li xaka Başûrê Kurdistanê, li cihê ku dagir kirine arîşeya zad bi wan re çêbûye, di her gava wan de rastî li çalakiyên kemînê tên û vê rewşê jî psîkolojiya wan têk biriye.