Artêşa Tirk li Çinarê dest bi oparasyonê kir

Hate ragihandin ku di operasyona leşkerî ya li Taxa Barê ya girêdayî navçeya Çinar a Amedê de kesek miriye, 4 kes jî hatine destgîrkirin.

Duh di saetên şevê de li  Barê ya girêdayî navçeya Çinar a Amedê de operasyoneke leşkerî hatiye destpêkirin. Hate îdîakirin ku 2 kêlometre dûrî taxê di saet 23:00’an de dengê çekan bilind bû û kesek hatiye kuştin.

Hate ragihand, di dema operasyonê de Mehemt Ruhî Bakir (27), Şemsettîn Sunyar (45), li taxa Demîrolçek jî Halîl Deger (40) û Ekrem Deger (28) hatin destgîrkirin.

Birayê M. Ruhî Bakir Mehmet Karabela Bakir (40) ê li ser bûyerê agahî da, diyar kir ku li gel birayê wî xizmê wî Şemsettîn Sûnyar 4 kes li Qereqola Jendermeyan a Çinarê tên ragirtin. Bakir anî ziman ji ber biryara veşarî ya Serdozgeriya Komarê ya Çinarê li ser mijarê ti agahî negirtine. Bakir anî ziman ku li gorî agahiyên şahidên bûyerê dayîn birayê wî birîndar e, diyar kir ku jendermeyan rê nedane ku birayê xwe bibîne û li ser rewşa wî ti agahî jî nedane.