Artêşa Tirk gundên Dihok û Amêdiyê bombe kirin

Artêşa Tirk a dagirker gundê Sêxê yê Xiristiyanan a girêdayî Dihok û devera Nêrwe û Rêkan a ser bi navçeya Ameêdiyê bombe kirin.

Di saet 15:30’an de balafirên artêşa Tirk a dagirker çiyayê Qeşefrê yê nêzî gundê Sêcê yê Xiristiyanan a girêdayî bajaroka Sêmêla ser bi Dihokê bombebaran kirin.

Gundê Sêcê yê Xiristiyan lê dijîn 10 kîlometran ji bajaroka Sêmêlê dûr e.

Li aliyê din li gor agahiyên hatine wergirtin, balafirên şer ên dewleta Tirk deverên Nêrwe û Rêkan ên ser bi navçeya Amêdiyê ya girêdayî parêzgeha Duhokê û pişta çiyayê Zêbaryan ê Şêladizê jî bomberdûman dikin.

Balafiran sînorê gundê Bêşêlê yê ser bi Kanîmasî jî bomberdûman kirin.

Têkildarî zerar û ziyana ji ber êrîşan heta niha ti agahiyeke zelal nehatiye stendin.