Artêşa Tirk gefa şewitandina gundiyên Çemê Elika kirin

Artêşa Tirk a bi rojan e operasyon û êrîşên nîjatperestî li gundê Çemê Elika dike, gefa şewitandina gundıyan dixwin.

Ev bi hefteyan e li 65 gund û gundikên bejahiya navçeya Licê û Dêra Hênê ya Amedê qedexeya derketina kolanan heye. Qedexeya derketina derve ya 4’ê Cotmehê hatibû ragihandin, operasyonên leşkerî jî destpê kiribûn.

Taxa Çemê Elika a operasyon lê zêde bûye, di bin dorpêçê de ye. Dorpêça zêde li ser gund nehatiye rakirin, êrîşên nîjatperest û gef didomin. Gelek kes hatin destgîrkiirin, pêwîstiyên bingehîn ên gel tên xestpkirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, leşkerên girêdayî rejîma Erdogan li pêşiya malan nobedê digirin, rê nadin ku kes derkeve derve.

Agahiyên li aliyên jor ên taxan tim ji aliyê leşkeran ve tê bombe kirin tên ragihandin, şewata berî du rojan a li devera daristan a bejhaiya taxê derketibû jî hê didome.

AV Û ELEKTIRÎKA NAYÊ DAYÎN GUNDIYAN

Av û elektirîk nayê dayîna gundiyan, pêwîstiyên bingehîn ên welatiyan nayên pêşwazîkriin. Lawirên ku ji oxiran nayên derxistin êmê wan jî li ber tinebûnê ye. Fikarên gundiyan hene ku lawirên wan telef bibin.

DEST DATÎNIN SER TORAQ Û NÎVIŞKÊ GUNDIYAN

Rejîma nîjatperest a fêkî û zebzeyên baxçeyên gundiyan texîrb kirin, dest danîn ser toraqa welatiyên ku ji bo xwe amadekirîn. Li gorî agahiyên hatin girtin nêzî 100 bîdonên toraqê yên ji bo demek dirêj bên parastin xistibûn nava axê û nîviş ji aliyê cerdevan û leşkeran ve hatin derxistin. Her wiha leşker û cerdevanên di avênin ser malan de, şekir û noh ên pêwîstiyên sereke yên jiyanê ne jî anîne ber halê qedandinê.

GEFA KUŞTIN Û DESTGÎRKIRINÊ

Welatiyên gund ên tim gefa kuştinê lê tên kirin, gotinên leşkeran wiha anîn ziman: “Em ê wê bikujin. Em ê we bixin malekê û agir bi we bixin.”

Wesayîtên zirxî yên li nava gund weke gef hê jî hê digerin, Mehmet Alî Oyûnlû (82) û Mehmet Oyûnlû (45) ên berî du rojan hatibûn destgîrkirin jî agahî jê nayên girtin.