Artêşa Tirk dîsa êrîşî gundewarên Qendîlê kir

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, îro herêmên Bokrîska û Dola Berana ên Qendîlê bombebaran kirin.

Van rojên dawî, gera balafirên keşfê yên li ser asîmanê herêma Qendîlê gurtir bûye. Piştî ku ev çend roj in bê navber balafirên keşfê li ser herêmê digerin, îro jî gundewarên herêmê yên sivîlan rastî êrîşa balafirên Tirk ên şer hatin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatî girtin, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker îro saet di 11:00’î de derdorê gundê Bokrîskan û herêma Dola Bedrana bombebaran kirin.

Hate ragihandin ku di encama van êrîşan de bax, baxçe û zeviyên gundiyan zerer dîtine.