Artêşa Tirk bombe li Tendurekê barand
Artêşa Tirk bi balafir û helîkopterên şer bombe li çiyayê Tendurekê barand.
Artêşa Tirk bi balafir û helîkopterên şer bombe li çiyayê Tendurekê barand.
Çiyayê Tendurekê ku li herêma navbera navçeyên Giyadîn û Bazîd ên Agirî û navçeya Ebex a Wanê ye, bi balafirên şer ên F-16 û helîkopterên bi tîpa Kobra hate bombekirin.
Bomberdûmana ku danê êvarê dest pê kir, heta nîvê şevê dewam kir. Ev bomberdûman ji gundên Mirzecan û Darikê yên Giyadînê bi zelalî hate dîtin. Şêniyên li navçeya Giyadînê jî bi bomberdûmanê hesiyan.
Wekî din, li vê herêma ku roja 24'ê Gulanê operasyonê lê dest pê kir, liv û tevgera leşkerî dewam dike.