Artêşa Tirk bombe li qadên gerîla barand

Artêşa Tirk bi balafirên şer êrîşên qadên gerîla Zap, Xakurkê, Heftanîn û Qendîlê kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku artêşa Tirk êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kiriye.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, roja 12'ê Mijdarê êrîş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên li herêmên Zap, Xakurkê, Heftanîn û Qendîlê hatin kirin wiha ne:

"Saet di navbera 20:30-23:30 de balafirên şer gundên Şamkê û Rençberaxa yên herêma Zapê, gundê Meredo û mintiqeya Dola Botê yên herêma Qendîlê, qada Partîzan a herêma Heftanînê, qadên Şehîd Şerîf, Evdilkovî, Berbizina yên Xakurkê û derdora çemê Lolanê bombe kirin."