Artêşa Tirk bi saetan maleke li Qelqeliyê bombe kir

Hate diyarkirin ku leşkerên Tirk li gundê Çamilî yê navçeya Qelqelî bi saetan maleke ku hatiye terikandin dane û agahî ji malbateke ji gund nayê stendin.

Dewleta Tirk saet derdora 16.00’an de li gundê Çamilî (Çamurlu) yê navçeya Qelqelî (Ozalp) ya Wanê operasyonek da destpêkirin. Hat diyarkirin ku jendirme û wesayîtên zirxî dora gund girtine û maleke ku hatiye terikandin ji aliyê leşkeran ve bi saetan hatiye bombekirin.

Mala ku tê îdiakirin du kes tê de bûn, piştre bi çekên giran gule lê hate reşandin. Di serdegirtinê de derbarê mirî û birîndaran tu agahî nehate stendin. Hate diyarkirin agahî ji malbateke gundê Çamilî jî nayê stendin.

Hate diyarkirin leşkeran gule li derdorê reşandine.