'Artêşa Tirk bi lez û bez ji Çarçela reviya'

Artêşa Tirk, ku bi teknolojiya xwe ya nûjen û bi hezaran leşkerên bi taybetî hatin perwerdekirin li Çarçela derket operasyonê, ji ber derbên ji gerîla xwar, neçar ma xwe vekişîne.

Artêşa Tirk di 11'ê Îlona 2015'an de, li herêma Bînbîr a Çarçela derket operasyonê. Gerîla bi rengekî bêhempa li dijî vê operasyonê li ber xwe da. Artêşa Tirk, ku bi teknolojiya xwe ya nûjen û bi hezaran leşkerên bi taybetî hatin perwerdekirin li Çarçela derket operasyonê, li pêşberî çiyayên bi heybet û gerîla derbên giran xwar û neçar ma vekişe. Gerîla Qamişlo ku di nava vê berxwedanê de hebû, êrîşa çar rojan a artêşa Tirk ku di çarçoveya operasyonê de li Girê Şehîd Rojîn kir, ji ANF'ê re nirxand.

'TEKNÎK NEBÛYA, ARTÊŞA TIRK NIKARÎBÛ 2 SAETAN LI ÇARÇELA ŞER BIKE'

Gerîla Delîl Qamişlo diyar kir, êrîşa li Girê Şehîd Rojîn hem ji bejahî hem jî ji hewayî ve hat kirin û got, "Êrîşa artêşa Tirk bi giranî xwe dispart piştgiriya hewayî. Ez hingî li ser Girê Şehîd Rojîn bûm. Di sibeha roja destpêkê de bi balafirên şer bomberdûmaneke giran kirin. Bênavber bi hawan, obus û balafirên şer 2 rojan li gir dan. Leşkeran jî hewl didan ji bejahî ve xwe bigihînin ser gir. Lê em bi wan hesiyabûn. Dema ku xwe nêzî me kirin, me jî li wan dan. Li pêşberî vê lêdanê tewşo mewşo bûn. Ji wan hebû, ku piştî vê bomberdûmanê kes nikare li gir bimîne. Halbûkî em li benda hatina wan bûn. Em pêşwaziyeke welê ji bo wan amade kiribûn, ku heta dawiya emrê xwe ji bîra wan nediçû. Ji ber vê yekê tewşo mewşo bûn. Şer di nava du rojên destpêkê de dijwar bû. Artêşa Tirk tevî ku balafirên keşfê û şer gelekî bi kar anî jî, derbên mezin xwar. Hevalan li dijî artêşa Tirk a ji bejahî ve dihat, berxwedaneke mezin nîşan dan. Di encamê de yarbayek û zêdeyî 30 leşker kuştin. Ji aliyê psîkolojîk ve dijmin têk çû bû. Eger piştgiriya hewayî nebûya, artêşa Tirk nikarîbû 2 saetan li Çarçela şer bikira. Ji ber ku bi vê dizanîbûn, hewl didan bi desteka balafirên şer û helîkopterên Kobra bikevin herêmê. Tevî vê yekê jî zêdeyî 30 leşkeran jiyana xwe ji dest dan."

'FERMANDARÊ MIN; DENGÊ BALAFIRAN NAYÊ, EM Ê ÇAWA ŞER BIKIN?'

Gerîla Qamişlo anî ziman, di demeke kurt de hêza şer bike bi artêşa Tirk re nema û axaftina navbera leşker ku bi xwe bihîst vegot: "Car carna dengê leşkeran dihat me. Digotin, 'fermandarê min; dengê balafiran nayê, em ê çawa şer bikin?' Hevalan bi derbeke mezin psîkolojiya artêşa Tirk ji hev xistibûn. Berxwedaneke mezin hat kirin û dest ji gir nehat berdan. Leşkeran çek û cebilxaneyên xwe li dû xwe hiştin û reviyan. Heval piştre hatin ev çek û cebilxane kom kirin. Artêşa Tirk bi hemû hêza xwe ya leşkerî û teknîkê êrîş kir, lê ti encam bi dest nexist. Ji ber ku psîkolojiya leşkeran a şer bike, nema bû."

Qamişo da zanîn, artêşa Tirk car carna bi rêya gundiyan mesaj ji wan re dişand û destnîşan kir, ew çîrokên lehengiyê yên di medya Tirk de dihatin vegotin, çîrokên pûç in. Qamişlo got, "Leşkeran ji me re mesaj dişandin û digotin, 'Em bi îradeya xwe li van çiyayan şer nakin. Ev şer giran e, şerê dewletê ye'. Wekî din, leşker ji êrîşê ditirsiyan û çek û çeperên xwe diterikandin û direviyan. Carna jî ji tirsa sixêf li hev dikirin. Yanî berevajî îdîaya medya Tirk li Çarçela serketina artêşa Tirk tine bû. Berevajî; li pêşberî me winda dikir. Hikûmeta AKP'ê jî bi vê dizane, Tayyîp Erdogan jî dizane."

'ME MORAL Û BAWERIYA XWE JI RÊBER APO DIGIRT'

Qamişlo diyar kir, zor û zehmetiyên li şer ji bo gerîla kêliyên watedar in û qala çavkaniya xwe ya moralê ya di dema şer de kir: "Dikarim bêjim ku moralê hevalan di asta herî bilind de bû. Ji ber ku li Girê Şehîd Rojîn şerek dihat kirin û daxwaza her hevalî hatina vê derê bû. Ji xwe hêzeke bê moral nikare şer bike, şer bike jî nikare encamê bi dest bixe. Şer çar rojan dewam kir. Bêguman di nava çar rojan de zor û zehmetî hebûn. Ev yek ji bo me kêliyên herî watedar in. Em carna tî, carna birçî, carna jî bê xew diman. Tevî vê yekê jî me bi xurtî li ber xwe didan. Me moral û baweriya xwe ji hevalên xwe, ji şehîdên xwe, ji Rêber Apo digirt. Bi vê moralê, her wiha bi hêrsa li dijî dijmin me şer dikir. Her ku leşker dihatin, hevalan lê didan."

'TEVÎ BIKARANÎNA TEKNÎKÊ JÎ ARTÊŞA TIRK TIŞTEK BI DEST NEXIST'

Delîl Qamişlo anî ziman, artêşa Tirk li pêşberî derbên giran ên gerîla neçar ma xwe vekişîne û di dawiya axaftina xwe de got, "Tevî desteka balafirên şer, kobra û balafirên keşfê, artêşa Tirk nekarî encamekê bi dest bixe. Eger gotin di cih de be; reviya. Li Girê Şehîd Rojîn hevalê Azad bi lehengî şer kir, şehîd bû. Li vî girî, wekî din me şehîd neda. Vê şehadetê di nava hevalan de rê li ber hêrseke mezin vekir. Hevalên ku bi ser dijmin ve diçûn, ji bo hilanîna vê tolê şer kirin û dijmin beralî kirin. Girê Şehîd Rojîn bû keleha berxwedanê. Ji xwe yarbayê operasyona li Çarçela dimeşand, mir. Ji ber derbên giran ên li Girê Şehîd Rojîn xwarin, bi lez û bez ji Çarçela reviyan."