Artêşa Tirk bêçare ye: Belavokan diavêje

Artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê û wargehên Başûrê Kurdistanê belavokên bi nivîsa "Teslîm bibe, azad bibe" belav dike.

Faşîzma AKP-MHP'ê ku di siyaseta hundir û derve de xitimiye serî li rê û rêbazên ecêb ên êrîşê dide. Li şerê xwe yê taybet, belavkirina belavokan jî zêde kir.

BELAVOKA BÊÇARETIYÊ

Dewleta Tirk a dagirker ji balafirên xwe yên şer belavokên bi vî rengî li Herêmên Parastinê yên Medyayê belav dike:

"Di nava salê de bi giştî neh sed endamên rêxistina terorê teslîmî hêzên me yên ewlekariyê bûn û hemûyan jî dest bi destpêkeke nû kirin. Tu jî dikare bibe yek ji wan."

Belavok hem li qadên gerîla hem jî li deverên sivîlan hatine belavkirin.

'TIŞTEKÎ DIN DI DESTÊ WAN DE NEMAYE'

Gerîla vê yekê weke rêbazeke pêkenok dibîne û dibêjin: "Ev kaxizên ku dijmin li Herêmên Parastinê yên Medyayê belav dikin, nîşan dide ku dijmin çiqasî qirêj e. Her wiha nîşan dide ku heta niha her rê û rêbaz bi kar aniye, lê bi ser neketiye."

Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Suleyman Soylû ji bo gerîla gotibû, "Ji xwe hejmara wan derdora heft sed heta heft sed û pêncî maye." Gotina "Neh sed endamên rêxistinê teslîm bûne" ya di belavokê de hatiye nivîsandin nîşan dide ku Soylû derewan dike.