‘Artêşa Tirk a ku şikesta mezin dixwe hawara xwe gihande derewan'

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel diyar kir rejîma AKP’ê ji bo ku ser şikestina xwe binixumîne xwe sprtiya derewên şerê psîkolojîk.

Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel di daxuyaniya xwe de bal kişande ser giraniya şer û derewên şerê psîkolîk ên dewleta Tirk.

‘ÇALAKIYÊN GERÎLA DEWLETA TIRK BEHITANDIYE’

Di daxuyaniyê de derbarê asta şer a di navbera hêzên gerîla û dewleta Tirk de wiha hate gotin: ‘’

Bi sala 2017’an re şerê li Kurdistanê geştir bûye û hikûmeta AKP’ê diyar kiriye ku bi biharî re êdî kesek wê navê PKK’ê jî nehilîne. Em niha mehên dawî yên salê dijîn û îsal li hemû qadên Kurdistanê, li her devera ku gerîla lê ne di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me yên gerîla de şerekî giran heye. Artêşa Tirk gelek caran li dijî gerîla operasyonên îmhayê kirine lê di her hewldana operasyonê de hêza me ya gerîla bi çalakiyên xwe yên bi giyanê êrîşbirinê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistine. Di serî de li Zagros, Serhed, Botan û Amedê, li deverên dî yên Kurdistanê di şer de hêzên gerîla derbên giran li artêşa Tirk xistine. Hinek çalakiyên ku hêzên me yên gerîla ew tomar kirine, weke belgeyên herî berbiçav ên şer hatine tomarkirin û bi raya giştî re hatine parvekirin. Yek ji mînaka herî berbiçav a çalakiyên ku gerîla pêk anîne jî çalakiya bi ser qereqola Çemanê ya Şemzînanê ya Colemêrgê de bû ku di vê çalakiyê de bi kêmanî 21 leşkerên dijmin hatibûn kuştin. Tê zanîn ku di vê çalakiyê de ji sê baskan ve derbên giran li qereqolê xitine. Bi vê çalakiyê re dewleta Tirk a faşîst behitî ye.

‘LI DIJÎ GERÎLA LI BEJAHIYÊ NIKARIN ŞER BIKIN’

Artêşa Tirk a ku li dijî gerîla li bejahiyê nikare şer bike û derbên giran dixwes her roj bi qada hewayî çiyayên Kurdistanê bombe dike. Piştî her êrîşa hewayî rayedarên AKP’ê dibêje bi 10 gerîla jiyana xwe ji dest dane. Divê wiha were zanîn ku hemû gotinên AKP’yiyan propaganda ne û xwe dispêrên derewan. Hêzên ku qels bûne û nikarin şer bikin wiha dixwazin şikestina xwe binixumînin.

‘RASTÎ BEROVAJÎ GOTINÊN AKP’Ê YE’

Ji bo îmaja artêşa Tirk a dagirker ku li pêş gerîla şikestinên mezin dixwe xilas bikin Hikûmeta AKP’ê û medyaya wê ya şerê taybet, bi rêbazên şerê taybet û berovajîkirina rastiyan hewl dide. Serokkomarê Tirk Erdogan û Wezîrê Karê Navxweyî yê Tirk Soylu ku dixwazin şikestina artêşa Tirk veşêrin bi agahiyên ne rast hewl didin ku rastiyan li manîpule bike. Bi her daxuyaniyê re bi reqemên zêde behsa windahiyên gerîla dikin û dikevine ber bayekî serfiraziyê. Lê rastî berovajî ne; ên ku derbên giran dixwe artêşa Tirk e û rayedarên AKP’ê jî van windahiyên xwe ji civaka Tirkiyê vedişêre. Erdogan û derdora wî bi vî rengî dixwazin ku bi hîsên faşîst û nîjatperest civakê bi rê ve bibin. AKP ya ku di operasyonên îmhayê yên dijî gerîla de têk çûye, bi argûmanên şertê taybet û operayonên çêkirina têgihînê dixwaze temenê xwe dirêk bike.

Her ku artêşa Tirk li pêşberî gerîla dişike, her roj hincetên nû ji xwe re dibîne. Di operasyonan de an jî di şer de ji raya giştî re dibêje ku çek û cebilxaneya gerîla bi dest xistin. Hin çekên ku di çek de ketine dest bi mebesta propagandaya manîuplatî e. Li hin deveran ji bo çeka AT-4 ku dibêjin DYA li Roajva dane YPG’ê bi temamî dûrî rastiyê ye. Hikûmeta AKP’ê di ser YPG’ê re bi derewên ku dike dixwaze di qada navdewletî de xwe mafdar derxîne. Lê çeka navborî di dest bazirganên çekan de li bazarê bi hêsanî têne dîtin. Niha li herêmê şerê cîhanê yê sêyem tê jiyîn û di vê rewşê de ji bo hemû tevgeran peyda kirine her cure çekê pir hêsan e. Em jî di nav şer de bi hêsanî dikarin van çekan bi dest ve bînin.

‘MEHA COTMEHÊ 108 CIWAN TEVLÎ NAV GERÎLA BÛN’

Hikûmeta AKP’ê di her fersend û delîveyê de bi propagandaya şerê taybet êrîşê bi ser tevgera azadiyê ya Kurd de dibe. Wezîrê Navxweyî yê Tirk bi daxuyaniyan dibêje tevlêbûna li nav gerîla hatiye ber nemanê û wiha li dijî tevgera m eşerê taybet ê psîkolojîk bi rê ve dibin. Ti têkiliya rastiyê bi reqama wezî re nîn e. Ciwanên Kurd ku faşîzma dewleta Tirk li hemû qadên jiyanê hîs dikin û derdorên ku ji demokrasiyê bawer dikin her roj tevlî nav refên gerîla dibin. Soylu gotiye di nav mehekê de 5 gerîla tevlî nav gerîla bûne lê dema ku em li bîlançoya meha Cotmehê dinerin 108 ciwan tevlî nav gerîla bûne. Ev reqem jî diyar dikin ku AKP çendî xwedî xisletekî derewîn û qelp e. Ciwaên bi azweriya azadiyê li dijî wê şêwana jiyanê ya ku AKP’ê jiyaneke faşîst û koledar ferz dike berê xwe didine refên gerîla.

‘LI KURDISTANÊ ŞEREKÎ DIJWAR HEYE’

Şik jê nîn e ku şerê li Kurdistanê pir giran e û dijwar e. Li hemû qadên Kurdistanê her roj operasyon hene û şer heye û di v îşerî de şehîdên meç êdibin. Em bîlançoya şer her roj bi raya giştî re par ve dikin. Hemû gelê me û hêlên demokratîk divê guh nedin gotinên hikûmeta AKP’ê û ji bo rastiyan guh bidin daxuyaniyên tevgera me. Tevera me ya ku ketî sala 40’î bi raya giştî re di parvekirina rastiyan de ti fikarên wê nîn in û dudilî nabe. Weke berê, ji niha û pê de jî rêheza parvekirina rastiyan a ji b raya giştî re wê ji bo me rêgeza jêneger be.

Şehîdên me yê di vî şerî de ku rejîma faşîst a AKP-MHP bi hemû derfetên xwe pêk tînin, bîrdariyên wê vîna lehengiyê ne ku di meşa Tirkiyeya Demokratîk, Kurdistana azad û Rêbertiya azad de şehîd bûne. Şehîdên me ne nirxên wiha ne ku werin veşartin, nirxên wiha yên berz ên vî gelî ne ku bi fedekarî û lehengiyên mezin divê xwemalî civakê werin kirin. Ji bo vê jî hemû bûyerên ku encamên wan zelal bûne em gelê xwe yê hêja û bi raya giştî re par ve dikin. Bi hurmet em radigînin.’’