NÛ BÛ

Artêşa Tirk a dagirker derbasî axa Kobanê bû

Artêşa Tirk a dagirker derbasî axa  Kantona Kobanê bû û hêza xwe ya leşkerî li wir bi cih kir.

Li gorê nûçeya ajansa ANHA yê  artêşa Tirk a dagirker saet di 21.30′an de derbasî gundên Siftekê û Bobenê yên dikevin rojavayê bajarê Kobanê bûne û hêza xwe li wir bi cih kirine.

Her wiha  artêşa dagirker hêza xwe ya leşkerî li ser sînor zêde kiriye.

Welatiyên gund dane zanîn ku artêşa Tirk a dagiker mayînan li herêmê diçîne.

Şervanên YPG′ê hişyarî dane artêşa Tirk ku eger ji herêmê dernekevin, wê bersivê bidin wan.

Leşkerên Tirk, li ser hişyariya YPG'ê neçar man ji herêmê vekişin.