Artêşa Tirk a dagirker 59 caran êrîş kir

Artêşa Tirk a dagirker 59 caran ji hewayî û bejahî ve êrîşî çeperên berxwedanê kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Agahiyên berfireh ên li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker wiha ne;

24'ê Adarê qada Girê Çarçêl û derdora gundê Şêlazê yên Metînayê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

25'ê Adarê Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Girê Şehîd Kamûran û derdora Çemê Lolanê yên Xakurkê û çeperên me yên berxwedanê yên li qadên Çemço û Sîdayê 57 caran bi obus, hawan, tank û çekên giran hatin bombekirin."