Artêşa Tirk a dagirker 26 caran ji hewa û bejahî ve bombe barand

Artêşa Tirk a dagirker Herêmên Parastinê yên Medyayê 7 caran bi balafirên şer, 19 caran jî bi obus, hawan û tankan bombe kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser êrîşên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Li herêma Zapê;

22'ê Gulanê saet di 14:20'î de dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê êrîş birin ser hêzên me. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan êrîşa dagirkeran.

22'ê Gulanê saet di 10:00 de dagirkeran êrîş birin ser hêzên me yên li çeperên berxwedanê ya Sîdayê. Hêzên me yên YJA Starê ji bo xwe biparêzin bi taktîka sabotajê bersiv dan. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

23'ê Gulanê saet di 09:30'î de dagirkeran êrîş birin ser hêzên me yên li çeperên berxwedanê yên Sîdayê. Hêzên me ji bo xwe biparêzin bersiv dan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

21, 22 û 23'ê Gulanê li Xakurkê qada Goşînê, li Metînayê Girê Çarçêl, Girê Amediyê, li Zapê Girê Bahar û Girê Cûdî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

21, 22 û 23'ê Gulanê li Metînayê Girê Şehîd Piling, Girê Hakkarî, li Zapê Girê Cûdî, Girê Bahar, Çemço û Sîda 19 caran bi obus, hawan û tankan hatin bombekirin.

23'ê Gulanê dagirkeran li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê hewl dan ku bi kepçeyan çeperên me hilweşînin."