Artêşa Iraqê gef li Erebên Şengalê xwar ku li ber dîwar ranebin!

Hate ragihandin, leşkerên Iraqê avêtin ser gelek gundên Ereban ên li Şengalê û gef li gundiyan xwarin, ku li ber lêkirina dîwarê navbera Şengalê û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ranebin.

Liv û tevgera leşkerî ya artêşa Iraqê a li derdora Şengalê roj bi roj zêde dibe. Hikumeta Iraqê ji bo zext û dorpêçkirina li ser Şengalê girantir bike, serî li rê û rêbazên nû dide. Bi taybet Iraq dixwaze ji milê sînorê Rojavayê Kurdistanê ve, derdora Şengalê bi sîman dorpêç bike.

Di 13'ê Adarê de li dijî hewldana hikumeta Mistefa Kazimî ya danîna sînorekî di navbera civaka Êzidî û Ereban de, şêniyên Ereb û Êzidî meşiyan û hewildana artêşa Iraqê şermezar kiribûn. Piştî vê meşê zextên hikumeta Iraqê li ser şêniyên Ereb, zêde bûn.

Li gorî ajansa RojNewsê, piştî 15'ê Adarê hêzên ser bi lîwaya 18’an ya Pasewanên Sînor ku girêdayî serokwezîrê Iraqê ne, bi ser gelek malên gundên Hesawîk, Bîrcarî û Tilmişrif de girtine. Ev gund bi ser navçeya Sinunê ne û bi qasî 3 kîlomtreyan ji sînorê Rojava û Şengalê dûrin.

Hate ragihandin, ku di serdegirtina malan de hêzên Kazimî gef li gundiyan xwarine ku ji ragihandinê re neaxivin û behsa serdegirtina malan nekin. Hêzên Kazimî sedema serdegirtina malan jî bi hêceta lêgerîna çekan ve girêdane.

Li gorî agahiyan, artêşa Iraqê her wiha gef li gundiyan xwar ku êdî Ereb tevlî meşên dijî çêkirina dîwar nebin û carek din jî tevlî çalakiyên cûda nebin. Tê gotin Ewlekariya Nîştimanî ya Iraqê jî telefonê xelkê li herêmê dikin da ku êdî tevlî çalakiyan nebin.