Artêşa Iraqê dîsa kete nava hewldanan; gelê Mexmûrê li ber xwe dide

Artêşa Iraqê di van kêliyan de careke din hewl dide dor li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bigire.

Artêşa Iraqê careke din hewl da dor li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê bigire.

Xelkê Mexmûrê berê xwe dan cihên ku leşkerên Iraqê ketine nava tevgerê.

Leşkerên Iraqê li taxa Şehîd Robar hewl dide bîrên avê yên kampê dorpêç bikin.

Artêşa Iraqê vê carê hewl dide leşkeran li cihên stratejîk ên derdora wargehê bi cih bikin.

Berxwedana Xelkê Mexmûrê ya li dijî artêşa Iraqê di roja 6’an de dewam e.