Artêşa dewleta Tirk bombe li qadên sivîlan barand

Artêşa dewleta Tirk a dagirker dîsa heremên sîvîlan da ber bombeyan û xisareke mezin gihişt xwecihiyên Başûrê Kurdistanê. Armanc ew e ku qadê ji mirovan xalî bibe.

Dewleta Tirk a dagirker û qirker ev demeke dirêj e li Başurê Kurdistanê heremên sîvîlan bi hinceta gerîla lê ye dike armanc û bi vê rêyê dagirkeriya xwe ya li xaka Başûrê Kurdistanê reva dide nîşandan. Rojên bihurî dîsa li herêma Garê artêşa dewleta dagirker a Tirk bi balafirên şer, vê carê rêyên gundan kir hedef û bombeyên qazanên yê bi tonan barkirî li van rêyan barand.

Ajansa me çû cihê bûyerê û nuçegihana ajansa me Dilara Nurheq bi dîmenan ev êrîşên dewleta dagirker û qirker ên li heremên sîvîlan pêk hatiye belge kir. Di dîmenan de hat xuyakirin ku zirareke mezin gihiştiye heremê û rêya gundiyan ketiye halekî ku neyê bikaranîn.

Ev rêyên ku di dîmenan de xuya dikin, ji Duhokê, ji Amediyê heta Akrê gelek gund, gundewar, bajar û bajarokan bi hev re girê didin. Bi taybetî biharê û di pêvajoya çandinîyê de ev rêyên gundiyan ên sereke ne ku pê xwe digihînin ser bax, bexçe, bîstan û gundên xwe.

Ji aliyê şêniyen heremê ve ev operasyonên ku li ser rêyên Garê pêk hatine weke polîtîkayeke taybet a li hemberî civaka Başûrê Kurdistanê tên nirxandin. Beriya vê jî gundiyên Garê ji aliyê berpirsên PDK’ê ve hatibûn tehdît kirin da ku van herêman bi kar nînin. Lê gundî ji ber debara wan a jiyanê li van hereman pêk tê, neçarin ku van rêyan bi kar bînin. Rixmê zext û zoriyên berpirsên PDK’ê xwecihiyên heremê dev ji mal û zeviyên xwe bernadin û ev jî dibe sedem ku dewleta dagirker û qirker a Tirk vê carê serî li rêbazên cuda bide.

Bomberanên li heremê bi taybetî jî yên li ser rêyan pêk hatin dide nîşandan ku dewleta dagirker û qirker a Tirk dixwaze şêniyên heremê çav tirsandî bike û qadê bê mirov bihêle. Bêdengî û bê helwestiya berpirsên heremê rê dide ku hîn bêhtir van êrîşên hovane bêpîvan rû bidin.