Arslan: Heta ku tecrîd û AKP neqedin, krîz bi dawî nabe

Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan diyar kir, heta ku tecrîda li Îmraliyê bidome wê krîza li Tirkiyeyê çareser nebe û got, "Rê û rêbaza çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê têkbirina desthilatdariya AKP'ê ye."

Hevserokê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Mehmet Arslan, ji ANF'ê re axivî. Arslan bal kişand ser grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk tên û bi bîr xist, çalakiyan li gelek deverên dinyayê deng vedane.

Arslan anî ziman, rêbaza çareserkirina pirsgirêkê diviyabû ne ev bûya, lê belê ji ber nêzîkatiyên zordar, tasfiyekar û polîtîkayên teslîmgirtinê yên hikumeta AKP'ê, derfet ji siyaseta demokratîk re nehatin hiştin, lewma gelê Kurd hewl dide dengê xwe bi vê rêbazê li dinyayê bide bihîstin û balê bikişîne ser kiryarên derveyî mirovahiyê yên li dijî Ocalan.

ÇALAKIYÊ HESASIYETÊN GELÊ KURD RAXISTIYE PÊŞ ÇAVAN

Mehmet Arslan diyar kir, helwesta hikumeta AKP'ê ku çalakgerên greva birçîbûnê û siyasetmedarên Kurd ji nedîtî ve tê, dewam dike û got, "Ji bo greva birçîbûnê têk bibe dek û dolaban digerîne. 12'ê Çileyê di navbera Birêz Ocalan û birayê wî Mehmet Ocalan de ji bo 15 deqeyan hevdîtin hate kirin. Ji ber ku piştî vê hevdîtinê grevên birçîbûnê bi dawî nebûn, hevala me Leyla Guven berdan. Ev helwesta AKP'ê nîşan dide ku di nêzîkatiya xwe de ya li ser polîtîkaya tecrîdê neguheriye. Berevajî vê yekê hewl dide berxwedana greva birçîbûnê bişikîne. Yanî hikumeta AKP'ê guh û çavên xwe li hesasiyetên Kurdan girtiye."

Arslan destnîşan kir, berxwedana grevên birçîbûnê çalakiyeke serketî ye û got, "Ji ber ku polîtîkaya gemarî ya AKP'ê li dinyayê teşhîr kir. Ji bo hesasiyetên Kurdan ên ji bo Ocalan bên fêhmkirin û dîtin, veguherî çalakî û berxwedaneke girîng. Ev çalakiya hevrêyên me bû dengê birêz Ocalan û polîtîkayên gemarî yên li dijî wî tên meşandin teşhîr kir. Lê polîtîkaya tecrîdê hîn jî dewam dike û çalakiyên grevên birçîbûnê roj bi roj zêde û mezin dibin."

'OCALAN GIRTIYEKÎ JI RÊZÊ NÎNE'

Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan diyar kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girtiyekî ji rêzê nîne û wiha dewam kir: "Ew lîderekî siyasî ye ku bi milyonan mirovî ragihandin ku wî weke îradeya xwe dibînin. Ev rastî ne tenê ji bo me derbas dibe. Desthilatdariya ku Tirkiyeyê bi rê ve dibe jî bi vê zane. Ji sala 2013'an heta 2015'an bi Birêz Ocalan û nûnerên Kurdan re rûniştin. Nêzîkatiya li Birêz Ocalan di mijar azadî û demokrasiya Tirkiyeyê de xaleke diyarker e. Lewma nêzîkatiyeke ji rêzê ya li Birêz Ocalan, wê pirsgirêkê girantir bike. Ev nêzîkatî wê krîza siyasî, civakî û aborî ya li Tirkiyeyê kûrtir bike. Rewşa AKP'ê ku niha nikare Tirkiyeyê bi rê ve bibe, nîşaneya vê rastiyê ye."

'KURDAN XWE BI OCALAN NAS KIRIN'

Arslan bi bîr xist, Kurdan hebûna xwe bi Ocalan nas kirin û baş zanin bê Kurdîtiya bêyî Ocalan tê çi wateyê.

Arslan anî ziman, gelê Kurd dizane ku bi Ocalan dikare bi ser bikeve, lewma xwedî lê derdikeve û ji siyaseta Kurd jî dixwaze ku hîn bêhtir bibin dengê wî û pêşî li polîtîkayên qirêj bigirin. Arslan got, divê tecrîd bibe pirsgirêka sereke ya siyaseta Kurdan.

AKP JI BO WELÊT BÛYE PIRSGIRÊK

Hevserokê DBP'ê Mehmet Arslan di dewama axaftina xwe de anî ziman, ku ji bilî krîz, kaos, şer û mirinê AKP soza tiştekî nade civakê û got, "Ji ber ku alozî û şer rê li ber mirinê vedike. AKP bi van polîtîkayan tevdigere. Ne tenê Kurd, divê gelên Tirkiyeyê rê nedin van polîtîkayên şer ên AKP'ê.

Êrîşên li dijî gelê Kurd dibe ku pirsgirêka desthilatdariyê ya AKP'ê çareser bike, lê belê pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser nakin. Li vî welatî pirsgirêka ewlekarî û paşerojê nîne. Li vî welatî pirsgirêka AKP'ê heye, AKP bûye pirsgirêk. Ji ber ku AKP li pêşiya çareserkirina krîzan asteng e. Lewma bi şerê li dijî Kurdan re ev pirsgirêk çareser nabin. Bi êrîşên li dijî Başûr û Rojava re pirsgirêk çareser nabe. Rê û rêbaza çareseriya pirsgirêkên li Tirkiyeyê têkçûna desthilatdariya AKP'ê ye."