Arslan çû serdana çalakgerên greva birçîbûnê

Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan li Amedê çû serdana çalakgerên greva birçîbûnê û got ku, “Pêkutî û zilm dibe sedema têkoşîna me. Ew ê gelê Kurd tu carî dev ji daxwazên xwe bernede.”

Li Amedê parlementerên HDP’ê Dêrsim Dag û Salîha Aydenîz jî tê de 16 kes bi greva birçîbûnê ya 2 rojan piştgiriyê didin greva birçîbûnê ya Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dabû destpêkirin.

Çalakiya greva birçîbûnê li avahiya HDP’ê ya bajêr di roja duyemîn de didome û nûnerên gelek sazî û dezgehan hatin serdana çalakgeran.

Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan ê ku duh hatibû berdan jî tevî Desteya Rêvebir a Navendî û endamên Meclîsa Partiyê çûn serdana çalakiyê.

Hevserok ê DBP’ê Mehmet Arslan çalakiyên ji bo greva birçîbûnê ya Leyla Guven silav kir û got ku, “Di vê pêvajoyê de hewl tê dayîn nirxên gelê me, werin binpêkirin. AKP têkoşîna gelê me asteng dike û AKP hewl dide siyaseta demokratîk a Kurdan bi dawî bike. Ji ber zextan em ê dev ji têkoşîna xwe û daxwazên xwe yên civakî bernedin. Ev zext û zilm, dibe sedema têkoşîna me. Ew ê gelê Kurd tu carî dev ji daxwazên xwe bernede.”