Armancên li pişt êrişên Tirkiye û PDK’ê yên li ser gerîla çi ne?

Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê li ser Herêmên Parastina Medyayê êrişeke dagirkeriyê daye destpêkirin, şîrovekar û siyasetmedar balê dikişînin li ser armancên li pişt vê êrişê û dibêjin ku armanc ne tenê leşkerî, pir alî ye.

Piştî ku êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk ya 23’ê Nîsana 2021’an a li ser Herêmên Parastina Medyayê rastî berxwedana bêhempa ya gerîlayên azadiyê hat bi binket. Niha jî ji bo ku binketina xwe veşêre vê carê bi hevkariya PDK’ê dest bi êrişeke nû ya dagirkeriyê kiriye. Lê dewleta Tirk tevî hemû hêza xwe ya bejahî, hewayî û teknîkê jî dîsa ji rojên destpêkê yên vê êrişa nû ya dagirkeriyê bi berxwedaneke mezin a gerîlayan re rû bi rû hatiye û rojane windahiyan dide.

Rojnamevan Esam Ebdulreham ku nêzîkî qadên niha şer lê heyî ye, têkildarê çawaniya destpêkirina vê êrişa dagirkerî ya dewleta Tirk  ji ANF’ê re axivî û got; “Zêdetirê 10 rojin ku dewleta Tirk bi balafirên şer û top û obusan sînorê nahiyeya Amêdiyê bi taybetî bajaroka Şêladizê ku jê re tê gotin Dewera Nehêlê û Rêkanî bi dijwarî bombebaran dike. Ji ber wan êrişane xelk nikarin biçin gundên xwe, bi taybetî di vê demsalê de ku welatiyên herêmê ji bo komkirina giyayên biharê diçin çiya û zozanan.

‘HELÎKOPTERÊN TIRKIYÊ DI NAVBERA AMÊDIYÊ Û ÇIYAYÊ GARÊ YÊ BAŞÛRÊ KURIDSTANÊ HATIN Û NAVÇE BOMBEBARAN KIRIN’

Dema dewleta Tirk bi şev dest bi êrişa li ser dewerên Rêkanî, Nehêlê û Berwarî Bala kir û herêm bi dijwarî bombebaran kir, piştî bombebaranê bi rêya 8 helîkopterên êrişê ku ji herêma di navbera Amêdiyê û çiyayê Garê hatin qadê û êrişî çiyayê Kurejahro ku dikeve sînorê bajarokê Şêladizê kirin. Di dema êrişê de bi rengekî bê ser û ber û bêyî ku rewşa welatiyan li ber çavan bigirin êriş kirin.

Ev qadên ku niha Tirkiye êrişî wan dike, sala derbasbûyî ji aliyê hêzên zêrevanî yên girêdayî PDK’ê hatibû dorpêçkirin.

‘PDK PÊŞIYA NERAZÎBÛNA XELKÊ ŞÊLADIZÊ DIGIRE’

Welatiyên Şêladizê ji ber van êrişane bi fikarin, lê ji ber astengiyên desthilat nikarin nerazîbûna xwe bînin ziman. Ji ber ku eger nerazîbûna xwe nîşan bidin wê desthilata navçeyê ji welatiyan re hincetên tawanbariyê çêbike û wana bixe girtîgehê. Ev yek jî bûye sedem ku welatî bi derûniyeke nebaş bijîn. Ti rêyekî yê jiyanê ji wan re nihîştiye. Desthilatê tenê rêyek li pêşiya gel hiştiye ku ew jî terikandina navçeyê ye.

Weke berê çawa gunên wan valakirin yan jî divê li Şêladizê bimînin, lê nabe ku li ser rêya giştî bidin rexekê û biçin gundên xwe. Ji ber ku eger biçin gundên xwe wê raste rast bibin armanca bombebarana dewleta Tirk û jiyana xwe ji dest bidin.”

‘PDK AŞBETALÊ DUBARE DIKE’

Şîrowekarê Siyasî yê Rojhilata Navîn Niyaz Hamid jî bal kişande ser armanca êrişa nû ya dagirkeriyê û got, “Êrişeke dagirkeriyê ye ji bo tinekirina destketiyên gelê Kurd. Bi taybetî PDK gihîştiye vê astê ku ji bo parastina berjewendiyên xwe aşbetal bike. Dixwaze dewleta Tirk Başûrê Kurdistanê dagir bike û ew talana ku li ser rizqê gel kom kiriye di navê de winda bike.

‘YEKANE HÊZA KU DİXWAZE DESTKEİYÊN GELÊ KURD BİPARÊZE TENÊ PKK YE’

PDK her wiha dixwaze ku Tirkiye Mîsaqa Millî pêk bîne û Kerkûk, Mûsil û navçeyên din ên Başûrê Kurdistanê bixe bin destê xwe. Lê PKK û gerîla dixwazin vê plana dewleta Tirk û PDK’ê têki bidin. Ji bo têkdana vê planê jî pêwîstî pê heye ku di aliyê leşkerî ve li hemberî wê bisekinî, ji bo wê jî yekane hêza ku dixwaze destkeiyên gelê Kurd biparêze tenê PKK ye.”

Niyaz Hamid di dawiya axaftina xwe de ev bang li gel kir, “Nabe ku gelê Kurdistanê gerîla bi tenê bihêle, divê piştewaniya wê bike û bi rê û rêbazên cuda piştgiriya wê bike. Ji ber ku gerîla nûnertiya wijdana Kurdî dike. Pêwîste em hemû piştewaniya wan bikin.”

‘TIRKIYE DI NAVA KRÎZEKE KÛR A ABORÎ DE YE’

Lêkolera Siyasî Dastan Casim jî destnîşan kir ku ev êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê di demekê de ye ku Tirkiye di navxweyî de di nava krîzeke kûr ê aborî de ye û wiha pêde çû; “Tirkiye bi xwe di nava pirsgirêkeke kûr de ye, rêjeya bêkariyê zêde bûye, di heman demê de nirxê lîreyê pir daketiye, Tirkiye niha yek ji wan welatane ye ku tê de jiyankirin pir dijwar e û rewşa Ukraynayê jî bandora xwe li ser Tirkiyê heye. Ji ber ku Tirkiye jî yek ji wan welatan e ku berê kel û pelên wê ji Rûsya û Ukraynayê dihat, lê niha ew welatane nikarin weke berê henarde bikin. Ev yek jî di aliyê aborî de Tirkiyê bandor dike û ber bi xirabiyê ve diçe. Di heman demê de Tirkiye li Azerbaycan, Lîbya û Sûriyê eniyên xwe yên şer heye, ew hemû jî bandor li Tirkiyê dike ku aboriya wê xirabtir bibe.

Di vê rewşa xirab a aboriyê de ku li Tirkiyê heye di nava civakê de nerazîbûn çêkiriye, lewma Erdogan hew dide bi derxistina vî şerî ji bo beriya hilbijartina sala bê dengê Tirkên faşîst kom bike. Ji aliyê din ve jî êrişên Tirkiyê bi rewşa navxweyî ya Iraqê re têkildare. Nêzî 6 meh li ser hilbijartina parlementoyê re derbas dibe, lê heta niha hikumet pêknehatiye. Tirkiye di nava Iraqê de piştewaniya Eniya Xemîs Xencer û Barzanî dike, bi van êrişane hewl dide peyamê bide Şîiyên Iraqê ku Tirkiye li Iraqê bi hêz e.”

‘ÇEKDARÊN KU ÊRIŞÊ GERÎLA DIKIN NE PÊŞMERGE NE’

 Di derbarê hêzên kirêgirtî yên dewleta Tirk û PDK wana li hemberî gerîlayan dixe şer de Pêşmergeyê Dêrîn Hazim Elî (Hazim Kotek) jî nêrînên xwe anî ziman û got, “Ewên destên wan dikeve xwîna gerîla bi ti awayî pêşmerge nînin, ew ji Seyên Dirinde (Minafiq) xirabtirin. Nabe ku pêşmergeyên dêrîn qebûl bikin ku navê wana pêşmerge be, ji ber ku ewane ji kole û zilamê hizbî vêdetir ne ti tiştin. Yên şerê PKK’ê bikin kurê wan partiyan in ku nokerê Tirkiyê ne.”

Hazim Elî ji bo nîşandayina xiyaneta PDK’ê çend beytên helbestek yê helbestvanê mezin Hejar Mukriyanî bibîr dixîne û dibêje; 

“Çi nemerdin ew kesên berjewendîperestin
Li dijî xwediyê dilê evîndar disekinin
Lenet li wan seyên ku se-gur in
Ji bo gurên birsî leş rakêşînin”

‘PÊWÎSTE PIŞTEVANIYA GERÎLA BÊ KIRIN’

Di dawiyê de jî Berdevkê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Hîwa Zagros anî ziman ku pêwîste li hemberî êrişên Tirkiyê, gel xwedî li gerîla derkeve û got, “Berxwedaniya gerîla di heman demê de parastina Başûrê Kuridstanê û hemû gelê Kurdistanê ye. Êrişa Tirkiyê êrişeke dagirkerî û jenosîde li hemberî hemû gelê Kurd. Lewre pêwîste hemû partiyên Başûrê Kurdistanê vê êrişê li dijî xwe bizanin, niha armanc gerîla ye lê sibe jî armanc wê bibe hêzên din.”