‘Armanca dewleta Tirk dagirkirina Kerkûk-Mûsilê ye’

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê bi tundî şermezar kir û got; “Armanca dewleta Tirk dagirkirina Kerkûk-Mûsilê ye”.

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) derbarê êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî weşand. MXŞD êrîş şermezar kir û bang li hikûmeta herêma Kurdistan, Iraq, parlamento, serokwezîr û serokkomar kir ku li dijî êrîşan bêdeng nemînin.

Li aliyê din MXŞD’ê bang li gelê Iraq û gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hemberî plan û projeyên dagirkeriya Osmaniyan a nû hişyar bin û li dijî dagirkeriyê derbikevin.

Di daxuyaniya MXDŞ’ê de hate gotin; “Komkujiyên dewleta Tirk a dagirker bi tundî şermezar dikin û bang li gelê herêmê dikin ku li beramberî planên dewleta Tirk hişyar bin. Nêzî mehekê ye dewleta Tirk bi hemû teknolojiya şer û bi hezaran leşker êrîşî xaka Başûrê Kurdistanê dike. Di van êrîşan de gelek komkujî pêk anîne û bi dehan welatiyên sivîl şehîd bûne. Dewleta Tirk dixwaze bi van êrîşan Başûrê Kurdistanê dagir bike.

Divê gelê me yê Başûrê Kuridstanê baş bizane ku em weke gelê Şengalê her dim li berxwedan, têkoşîn û fedekariya gelê xwe hêz girtiye û niha jî divê gelê me yê Başûr bi rûhê Şeladizê li dijî dagirkeriyê derbikevin.

Em carek din êrîş û komkujiyên dewleta Tirk bi tundî şermzar dikin û bang li hikûmeta herêma Kurdistan û Iraqê dikin ku li dijî destwerdana dewleta Tirk bikevin nava hewldan û bêdeng nemînin."