Armanc: Gerîla wê bi erk û berpirsyariya xwe rabe

Ji fermandarên HPG'ê Hakî Armanc got, "Tevgera me bi têkoşîna li her qadê dest bi sala 2021'ê kir. Gerîlayên Kurdistanê jî ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo têkbirina tecrîd û faşîzmê wê bi rola xwe rabe."

Ji fermandarên HPG'ê Hakî Armanc, têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî gerîla û civîna asayî ya Konseya Fermandariyê ya HPG'ê ji Radyoya Dengê Welat re axivî.

Fermandar Hakî Armanc di destpêka axaftina xwe de di şexsê Egîd Civyan, Amara û Yilmaz Dersim de şehîdên sala 2020'î bi bîr anî û soza xwe ya ji bo azadiya Kurdistanê ku dan şehîdan, dubare kir.

Hakî Armanc diyar kir ku civîna Konseya Fermandariyê ya HPG'ê di demeke girîng de pêk hat ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye şidandin, li Rojava, Bakur, Başûr û li ser tevahiya saziyên Kurdan êriş tên kirin.

Hakî Armanc destnîşan kir ku ew bawer in piştî vê civînê têkoşîna wan wê li hemû qadan hîn bi xurtî bê meşandin.

Hakî Armanc bi taybetî bal kişand ser qada têkoşînê ya li Bakurê Kurdistanê û got, "Li Bakurê Kurdistanê şerekî giran ê gerîla tê meşandin ku ev qad ji bo tevgera azadiyê gelekî girîng e. Ji xwe eyaletên me hemûyan raporên xwe pêşkêşî civînê kirin. Di civînê de beriya her tiştî ji ber şehadetên sala derbasbûyî rexnedayin hate dayin. Şerê li Bakur hate nirxandin. Li ser asta heyî nîqaş hatin kirin. Potanisyela me ya li Bakur bi temamî neketiye pratîkê. Li qada Bakur hêzeke me ya mezintir heye. Gelek eyaletên me yên li wê derê bi roleke hîn çalaktir dikarîbûn tevbigeriyan.

Di vî warî de hin kêmasî hene. Ji xwe der barê qada Bakur de di vê çaroveyê de hin rexne hatin kirin. Bêguman pratîkên erênî jî hene. Çalakiya ku hevala me Sema Koçer pêk anî li eyaleta Serhedê kir ku pêngavek dest pê bike. Her wiha li qada Xerzanê di biharê de di çalakiyekê de derbên giran li dijmin hatin xistin. Ji Dersimê heta Serhedê, ji Amanosan heta Botanê li hemû eyaletên me çalakiyên serketî hatin lidarxistin ku derbên giran li dijmin hatin xistin. Lê belê weke me got, hîn bêhtir dikarîbûn serketî bûna."

Di vê der barê de Hakî Armanc ev nirxandin kir: "Li ser destketiyên gelê Kurd êrişên giran hene. L dijî Rêber Apo û gelê me jî bi heman rengî êriş dewam dikin. Di vê çarçoveyê de weke şervanên azadiyê, di demeke wiha de diviyabû me hîn bêhtir derb li dijmin bixista. Gelek firsend jî hebûn. Belê li hin eyaletên me şehadetên mezin çêbûn, lê belê dema ku mirov bi rengekî giştî dinirxînin dibînin ku me dikarîbû hêza xwe ya li qada Bakur hîn bi xurtî bixista pratîkê. Ji ber ku par nebû saleke ji rêzê. Naxwe çalakî bûn, lehengiyên mezin jî bûn. Lê belê ji aliyê encamê ve herçend em kêmanî nebînin jî firsendên hîn mezintir hebûn."

Fermandar Hakî Armanc bal kişand ser operasyonên yildirim ên ku hemû eyaletên wan par hatin kirin û got, "Li hin eyaletên me bi wî navê du operasyon jî kirin. Lê belê nayê zanîn ku rojê çend operasyon kirin. Du sedemên van operasyonan hene. Ya yekemîn şerê psîkolojîk e. Timî dixwaze peyamê bide raya giştî û civakê û bi vî rengî nîşan bide ku timî operasyonan dikin. Ya dueymîn jî ji ber tirsa ji gerîlayên azadiyê ye. Ji ber vê tirsê diwazin derbê li hevalên li her eyaletê bixin. Biçûk an jî mezin timî êriş dikin. Di destpêka sala 2020'î de bi navê Eren li Tendurekê operasyonek dan destpêkirin. Li Amedê operasyoneke mezin dan destpêkirin, niha jî li Agiriyê bi navê Eren3 operasyonê dikin.

Bi rêya van operasyonan dixwazin pêşî li gerîla bigirin ku çalakiyan nekin. Encam standin? Na. Di sala 2020'î de gelek caran operasyon kirin, hin ji van operasyonan pûç bûn, gelek ji wan jî derb xwarin. Bi saya çalakiyên hevalan operasyon bi ser neketin. Belê, ji ber hin kêmasiyên me şehadet çêbûn lê belê ji aliyê giştî ve operasyonên dijmin bi ser neketin. Operasyona dawî ya bi navê Eren kirin jî zivistanê bû. Şert û mercên zivistanê ji bo xwe weke avantajê dibînin. Xwestin nîşanî raya giştî bidin ku tevî zivistanê jî operasyonê dikin.

Hevalên me ji xwe li hemberî dijmin amade bûn. Operasyonên heta niha pûç kirin, em bawer in wê ji niha û pê ve jî hemû operasyonan têk bibin. Ji xwe li Licê ya Amedê çalakiyeke serketî kirin. Em hevalên ku çalakî kirine pîroz dikin. Dijmin îdîa kir ku tenê 3 ji wan birîndar bûne, lê belê windahiyên wan mezin e. Hevalan hîn agahî li ser vê parve nekirine. Zivistanê jî heval derbên giran li dijmin dixin. Lice mînaka vê ya dawî ye. Li gel têkbirina operasyonên dijmin em di wê baweriyê de ne ku îsal em ê artêşa Tirk têk bibin."

Ji bo têkoşîna sala 2021'ê jî fermandar Hakî Armanc wiha axivî: "Tevgera me bi têkoşîna li her qadê dest bi sala 2021'ê kir. Gerîlayên Kurdistanê jî ji bo azadiya Rêber Apo, ji bo têkbirina tecrîd û faşîzmê wê bi rola xwe rabin. Em bi vê piştrast in. Ji ber ku berpirsyariyeke me ya bi vî rengî ya mezin heye. Armanca me tunekirina faşîzmê ye, hêza me heye ku vê pêk bînin. Dijminê me li her qadê lawaz bûye. Li her qadê zor û zehmetiyan dikişîne. Dema ku me derbeke giran li artêşa Tirk û hevkarên wan xist, wê hilweşin. Di vî warî plansazî hate kirin. Li dijî dijmin em ê teqez bi ser bikevin. Firsendeke me ya bi vî rengî heye.

Dewleta Tirk temamiya teknîka xwe bi kar tîne, hevkar û kontrayên Kurd ên xayin xistine dewlrê, plana tunekirinê dike, lê dike nake nikare encamê werbigire. Me jî bi vî rengî rêya serketinê dîtin. Ya girîng ew e ku vê bixin pratîkê. Ji xwe perspektîf diyar e. Eger em di mijara jinûve avakirina HPG'ê de israr bikin, em bi rengekî baldar bişopînin, xwe berpirsyar bibînin, xwe îqna bikin em ê ewqasî bi ser bikevin. Gelek mînakên vê hene. Li Başûr jî rewş wiha ye. Li her cihê ku jinûve avabûn lê pêk hatiye, windahî çênabe. Li Heftanînê û gelek qadên din ev mînak hatin dîtin.

Dema ku te xwe ji nû ve ava kir, dijmin nikare tespît bike bê tuyê çawa tevbigere, çawa çalakiyan bike, plansaziyeke çawa bike. Ne bi vî rengî be tu nikare êrişên dijmin têk bibe. Eger bala hevalan li ser vê yekê be wê ti windahiyan nede. Ji xwe di gelek çalakiyan de şehadet çênabe. Ji ber kêmasiyan şehadet çêdibe. Eger em bala xwe bidin ser van wê sala bê serketî be, wê bersiv ji bendewariyên tevgera me û gelê me re bê dayin."