Antolojiya Dengbêjan derket

Antolojiya Dengbêjan, pirtûkên Dengbêj Reşo û Dengbêj Şakiro ku ji hêla Omer Guneş û Ibrahîm Şahîn ve hatin hazirkirin ji Weşanxaneya Nûbiharê derket.

Antolojiya Dengbêjan, pirtûkên Dengbêj Reşo û Dengbêj Şakiro ku ji hêla Omer Guneş û Ibrahîm Şahîn ve hatî hazirkirin ji Weşanxaneya Nûbiharê derket. Amadekarên pirtûkan diyar kirin ku ew li gelek herêmên Kurdistanê bi pey kasêtên dengbêjan ketine û xebata xwe hazir kirine.

Antolojiya Dengbêjan, Dengbêj Reşo û Dengbêj Şakiro ên ku ji hêla Omer Guneş û Ibrahîm Şahîn ve hatî hazirkirin a ku ji hêla Weşxaneta Nûbiharê ve hatî çapkirin kete ber destê xwendekaran.

Parêzer Omer Guneş got hê dema xwendekarê zanîngehê bû, bêyî plangeriyekê arşîvek li ser dengbêjan hazir kiriye û heta 2005'an bi tena serê xwe wî ev xebat kiriye û armanca wî destpêkê ne antolojiya dengbêjan bû, jê bêhtir xebateke wêjeyî bû.

Guneş bi berdewamî diyar dike ji ber sedema ku materyalên berhevkirî li ber destan nebû hinekî zehmetî kişandiye, bi hevalê xwe Ibrahîm re xwe dane ber vî karî.

Guneş diyar dike ew desetpêkê bi pey kasêtên dengbêjan ketine, hevpeyvîn kirine û wiha ji xwe re arşîvek ber ser hev de anîne.

Guneş derheqê amadekirina pirtûkê agahî dide û dibêje wan lêkolîna xwe bi azîneya danberheviyê kirine, li ser dengbêjiyekê çend tomar ketibin ber destê wan, wan ew dane be hev, kêmasî bi vî rengî  bi hev temam kirine.