Antî-Terora Başûrê Kurdistanê: Sê pêşmergeyan di erîşê de jiyana xwe ji dest da

Rêveberiya Antî-Teror a Başûrê Kurdistanê, da zanîn ku bi êrîşa bi balafira biçek a bêmirov ku li Balafirgeha Çandiniyê ya Erbetê hatiye kirin, 3 peşmergeyan jiyana xwe ji dest daye.

Rêveberiya Antî-Teror (CTG), li ser êrîşa bi balafira biçek a bêmirov ku li Balafirgeha Çandiniyê ya Erbetê hat kirin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: ‘’Îro dagirkeran û hêzên dixwazin ewlehiyê Herêma Kurdistanê xera bikin Balafirgeha Çandiniyê ya Erbetê ku girêdayê Silêmaniyê ye, bi dronan da ber bombeyan. Di êrîşê de mixabin 3 hevrêyên me yên qehreman bûn şehîd û peşmergeyek jî birîndar bû.’’

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku di der barê mijarê de Başûrê Kurdistanê û nûnerên welatên li Iraqê û hêzên koalîsyonê bi hev re dest bi lêpirsînê kiriye û wiha hatiye gotin: ‘’Şirîkên vê êrîşê wê bêceza nemînin. Erka me ye ku em heyfa şehîdên xwe hilînin.’’

Di daxuyaniyê de sersaxî ji bo malbatên pêşmergeyên di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye, hatiye xwestin û hêviya şifaya başiyê ji bo birîndaran hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de herî dawî hatiye diyarkirin ku wê kitekitên lêpirsînê ji ber ewlehiyê wê niha bi gel re neyên parvekirin û çend roj bi şûn de li ser êrîşê bi berferehî daxuyanî bê dayîn.