Amedspor: Biryar siyasî ye û dane hemû Amedê

Serokê Amedsporê Alî Karakaş got bi fikarên siyasî ceza dane Mansûr Çalar.

Kuluba Xebatên Sportîf a Amedê li ser biryara biryara Desteya Disîplînê ya Futbola Profesyonel (PDFK) ya Federasyona Futbolê ya Tirkiyê, ya li ser qeptanê Amedsporê Mansûr Çalar, ku heta mirinê wê nikaribe bilîze, li Tesîsên Talaytepe daxuyaniyeke çapemeniyê da. 

'BÛYERÊN HEVŞIB, CEZAYÊN CUDA'

Sekreterê Gitî yê Kuluba Amedsporê Bulten Oguz, têkilî cezayê Çalar bal kişande ser bûyerên hevpar û cezayên cuda û got bêyî ku di dest lîstîkvanan de tiştekî birînê û qulkirinê nebûye jî bi gotina lîstikvanên Sakaryasporê hatine 'jilêtkirin'' biryar hatiye dayin ku heta mirinê lîstikvanî lê were qedexekirin.

'BIRYAR NE HIQÛQÎ YE, SIYASÎ YE'

Serokê Kuluba  Amedsporê Karakaş jî got biryar bi fikarên siyasî hatiye standin û got, ''Siyaseta xwe di sporê negerînin. Futbol û siyaset bi hev re nameşe. Biryara PFDK'yê ne bêalî ye û ne dadmend e. Pir zelal e ku li ser talîmatan hatiye standin. Ji bo ku PFDK vê biryara xwe bi paş ve bikişîne heftiyek wext heye. Hêvî dikim ku hay ji biryara şaş çêbibin û dev ji vê biryara hişk biqerin. Her wiha ji bo ku em îtîraz bikin wextek heye. Heke PFDK dev ji vê biryarê neqere em ê mijarê bibin darazê.''

'ÊRÎŞ LI DIJÎ HEMÛ AMEDÊ NE'

Her wiha yek ji serokê Amedsporê Azîz Elaldî jî got li dijî Amedsporê kampanyaya lîncê hatiye destpêkirin, A Spor li dijî Amedsporê di kampanyaya lîncê de bi misyonekê ye û got, ev êrîş ne tenê li dijî Amedsporê ne, li djî hemû Amedê ne.