Amedê şehîdên xwe veşart

Gerîllayên HPG’ê Welat Aslan û Berat Ekîncî yên ku li Dêrsimê di 26’ê Adarê de di şer de jiyana xwe ji dest dan, li Amedê hatin veşartin.

Cenazeyê gerîllayê HPG’ê Welat Aslan (Şervan Êrîş) ê ku di 26’ê Adarê de di şer de jiyana xwe ji dest da, ji aliyê malbata wî ve ji Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê hate wergirtin û ji bo veşartinê anîn gundê Hemze Baba yên bi ser Amedê ve. Cenazeyê Aslan piştî wecîbeyên olî, alaya PKK’ê bi ser tabûta wî ve kirin û ligel slogan û tilîliyan birin goristana gund. Aslan li vê derê bi sloganên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” hate veşartin. 


Sidîqe Aslan a ku piştî rêzgirtina cenazeyê kurê xwe axivî û got, “Kurê min şehîdê Kurdistan û gelê Kurd e. Şîrê min lê helal be, bila cihê wî bihuşt be. Bila serê gelê Kurd û serê Serok Apo sax be.”
Alîkarê Hevserokatiya Bajêr ê DBP’ê ya Amedê Rifat Ronî diyar kir ku, em bi rêzdarî şehîdên azadiyê bi bîr tînin û got, “Şehîdên me ji bo ziman û nasnameya xwe li ser riyeke azad jiyana xwe ji dest dan. Peywira me ev e ku, em xwedîtiyê li bîranînên şehîdan bikin. Em careke din li vê derê sozê didin ku, em ê xwedîtiyê li bîranîn û têkoşîna wan bikin.”


Şîna Aslan a li gundê Hemze Baba wê sê rojan bidome

MALBATA EKÎNCÎ HATE TEHDÎT KIRIN


Cenazeyê gerîllayê HPG’ê Berat Ekîncî (Kûrtay Feraşîn) yê ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû û biribûn Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê piştî hevgirtina testa DNA’yê, malbatê cenaze wergirt û anî Amedê.


Cenazeyê Ekîncî li Goristana Yenîkoyê ya Baglarê bi girseyî hate pêşwazî kirin û piştî wecîbeyên olî anîn goristanê. Polîsan li vê derê dora Goristana Yenîkoyê girtin û malbat tehdît kirin, gotin heke slogan û sirûd were xwendin wê mudaxele bikin. Di heman demê de polîsên ketin nav girseyê bi dengekî bilind keniyan û gelek balefirên şer ên balefirxaneya leşkerî jî li ser hev rabûn. Ekîncî piştî diayan hate veşartin.


Ji bo Ekîncî wê li Mala Şînê ya Hezroyiyan şîn were danîn.