Amed Serhed: Rojbûna Rêber Apo roja guherîna herikîna dîrokê ye

Rêber Apo xwedan wijdan û exlaqeke cewherê mirovahî ye. Bi paradîgmaya ku ava kir li hember pergala kapîtalîst modernîst bû alternatîfa ku herîkîna dîrok diguherîne.

Yek jî fermandarên Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê (YRK) Amed Serhed 4’ê Nîsanê, roja vejînê li hemû gelan û gerîlayan pîroz kir. Û wate û girîngiya rojê nirxand.

Amed Serhed got, “Di nav tevgera me de û bi giştî di nav gelan de 4’ê Nîsanê weke rojeke mîladê ye. Jidayikbûna Rêber Apo ya yekemîn bi xwe re bingeha civakbûn û hebûna gelan ava kir. Gelê Kurd, gelên cînar û giştî mirovahî hebûna Rêber Apo weke hebûna xwe dibînin. Rêber Apo xwedan wijdan û exlaqeke cewherê mirovahî ye. Bi paradîgmaya ku ava kir li hember pergala kapîtalîst modernîst bû alternatîfa ku herîkîna dîrok diguherîne. Bi îdeolojî û felsefeya xwe civak li derdora van rastiyan kom dike û berê mirovahî dide heqîqetan. Rêber Apo dîtinek nû, rih û felsefeyeke nû ye. Ji bo gelan, bi taybet jî ji bo ciwanan û jinan nêrîn û feraseteke nû ye. Ji bo vê jî em 4’ê Nîsanê tenê wek cejnekê yan jî pîrozbahiyekê nanirxînin, ev roj ji bo me kombûyîna giştî nirxên mirovahî temsîl dike. Di roja 4’ê Nîsanê de gelê me her tim dar diçînin û berê xwe didin Amarayê. Pêwîste di vê 4’ê Nîsanê de ji her salê zêdetir xwedî Rêber Apo û hebûna xwe derbikevin. Bi rengekî herî radîkal xwedî Rêber Apo derketin, xwedî azadiya xwe derketine. Em dikarin bêjin ku di Rêber Apo de rih, hebûn û dostaniya gelan çêbû. Bi zayîna Rêber Apo re gelê Kurd xwe, hebûna xwe naskir û gelê cînar gelê Kurd naskir. Yanê di rêbertiya Rêber Apo de dostanî û yekîtiya gelan çêbûn.”

Amed Serhed nirxandinên xwe wiha berdewam kir; “Meşa Rêber Apo ya azadiyê ket 74 salî ya xwe. Weke şervanekê Rêber Apo, xwedî vê dozê derketin, di dozê de bi biryar xwe kilît kirin û rihê serkeftinê qezenc kirin pêwîst dike. Ya herî girîng jî tecrîda li ser Rêber Apo şikandin û fîzîkî rizgar kirin erkê me yê milîtantiyê ye. Li ser vê bîr û baweriyê em ê cardin beşdarbûna xwe ya têkoşînê hîn xurtir bidin meşandin. Wate û girîngiya 4’ê Nîsanê rengê xwe dide pirek bûyerên dîtir jî, yanê bi wateya heyî rastiyan hîn zêdetir bi wate dike. Mînaka vê ya herî berbiçav jî di 4’ê Nîsanê 2004’an de avabûna PJAK’ê ye. Avabûna PJAK’ê ji bo gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê rih û hebûneke nû bû. Ji bo vê jî pêwîste gelên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di 4’ê Nîsanê de ji hemû qisiman zêdetir nirxê Rêber Apo û Partiya xwe PJAK’ê xwedî derbikevin. Ji bo gelê me yên hêja ez di her milî de fêmkirin û naskirina vê rastiyê girîng dibînim. Pêwîste gelên cîran, dost û azadîxwaz bi meşa Rêber Apo ya azadiyê serbilind bin û hîn xurtir beşdarbûnên xwe ya vê meşê çêbikin. Îro tiştê ku ji me û ji gelê me tê xwestin fîzîkî azad kirina Rêber APO ye. Ji ber ku Rêber Apo ev 25 salin di pergala Îmraliyê de bin tecrîdeke giran de ye. Li hember vê tecrîdê bi rengekî yekgirtî û rêxistinkirî têkoşîn kirin erkê me yê sereke ye. Dema em mêze dikin ji bo ku gelê Kurd hebûna xwe jiyan bike, li ser axa pîroz û qedîm weke gel jiyan bike Rêber Apo fedakariyeke mezin kir û kedeke mezin da. Ji bo vî jî li derdora Rêber Apo kombûnek her alî pêwîst dike. Bi awayeke pir xurt, radikal li nirxên ku Rêber APO avakirî xwedî derketin pêwîst dike.”

Amed Serhed di dawiya nirxandinên xwe de vana anî ziman; “Di dawî de em dîsa 4’ê Nîsanê di serî de li gelê Kurd ê hêja, li dostên gelê Kurd, li hemû mirovahî, dayikên şehîdan û hevalan pîroz dikin. Bi taybet jî gelek rêhevalên me yên ku di têkoşîna azadiyê de şehîd bûn hene û şehîd ji bo me nirxên azadiyêne, em 4’ê Nîsanê li wan hevalan jî pîroz dikin. Em cardin li hember şehîdan û keda Rêber Apo bejna xwe ditewînin. Em ê bi rihê 4’ê Nîsanê têkoşîna azadiyê hîn xurtir bikin û bangawaziya me ew e ku gelê me jî di bin sîwanê paradîgmayê Şerê Gelê Şoreşgerî de erk û berpirsyariyên ku dikevin li ser milên xwe bizanin û bi vê zanebûnê tevlî têkoşîna azadiyê bibin.”