'Şehadeta Karwan Horamî ji bo çapemeniya azad windahiyek mezin e!'

Rojnamevan Amed Dîcle ku demeke dirêj li gel Şehîd Karwan Horamî kar kir, diyar kir ku di karê xwe de fedekar, di jiyanê de kelecanî bû û dixwest xizmetê ji bo şoreşa Kurdistanê re bike.

Rojnamevan Amed Dîcle ku salên dirêj li gel Şehîd Karwan Horamî (Mihemed Melêkî) bi hev re kar kirin, qala jiyan, têkoşîn û rola wî ya şoreşgerî û di nava çapemeniya azad kir.

‘ÇAVKANIYA BÛYER Û PÊKETINÊN LI ROJHILATÊ KURDISTAN Û ÎRANÊ BÛ’

Dîcle destpêkê di kesayeta şehîd Karwan Horamî de hemû şehîdên çapemeniyê bibîr anî û got: “Nêzî 10 sal in Şehîd Karwan nas dikim. Di Ajansa Nûçeyan a Firat (ANF) beşa Farisî de kar dikir. Wê demê min jî li Stêrk tv kar dikir, li ser mijar û agahiyên herêmî me wisa hev nas kir. Piştre ji 2015-2018’an bi hev re li Ajansa ANF’ê kar kir. Me weke tîmekê kar kir, ew li Başûr bû, karê xwe yê ajansê dikir. Rojeva Başûr û bi taybetî ya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dişopand û radigihand. Têkiliyek wisa xurt hebû. Di çarçoveya kar de gelek carî em li Başûr hatin ba hev û me karê xwe nîqaş dikir. Hevrê Şehîd Karwan ji hevalekî kar zêdetir hevalekî bê hesab û hevrêtiyeke bê sînor hebû. Pir fedekar û kedkar bû. Hevalên ku Şehîd Karwan nas dikin, dizanin çiqasî fedekar û çiqasî dilsoz û girêdayî karê xwe bû. Mînaka kedkariyê bû. Şehîd Karwan di nava kar de karê sê çar kesî dikir bi tena serê xwe.”

‘DIXWEST XIZMETÊ JI BO ŞOREŞA KURDISTANÊ BIKE’

Rojnamevan Dîcle anî ziman ku Şehîd Karwan ne tenê karê rojnamevaniyê dikir, wî hemû jiyana xwe ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê feda kiribû û ev got: “Şehîd Karwan ne ku ji bo dik karê çapemeniyê de bixebite, bibe rojnamevan an bê naskirin kar dikir. Ew weke ciwan û şoreşgerekî ji Rojhilatê Kurdistanê hatibû, dixwest xizmetê ji bo şoreşa Kurdistanê re bike. Erka xwe ya şoreşgerî di warê çapemeniyê de didomand. Berî wê jî di qadên cuda de kar dikir. Ji çepemeniyê hez dikir û dixwest di vê qadê de xizmetê bike. Ziman jî dizanî, Farisî, Kurmancî, Soranî, Erebî û hinek Îngilîzî jî dizanî. Ev yek jî dihêla ku li ser rojevên herêmî serwer bibe. Şehîd Karwan ji bo me bûbû çavkaniyeke ya pêşketinê. Di felsefeya wî ya jiyanê de ti carî peyveke ‘ez westiyam’ û ‘bes e’ tinebû. Xizmet xweş û parvekar bû." 

‘DILPAK, BI COŞ Û KELECANÎ BÛ’

Dîcle bal kişand ser taybetmendiyên xurt û diyarker ên Şehîd Karwan û ev nirxandin: “Mirovekî zana bû. Tişta esas xizmet û ked bû. Şehîd Karwan pir dilpak bû. Ti hesabekî wî yê berjewendî tine bû. Ruheke wî yê coş ê zarokatî hebû. Pir bi kelecanî bû. Ew dilpakî û kelecana wî ya kar heta roja şehîdbûnê jî parast.”

‘KESEK BÛ WEKE AJANSEKÊ KAR DIKIR’

Rojnamevan Amed Dîcle qala rola Şehîd Karwan a di Çapemeniya Azad de kir û wiha domand: “Çapemeniya Azad li gelek welatan, li her çar aliyê Kurdistanê, li welatên ku Kurdistan dagir kirine û Rojhilata Navîn ji bo rastî gihandina mirovan û civakan mînake. Hevrê şehîd Karwan di nava wê de cih digirt. Bi taybetî li ser Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kar dikir. Berpirsê beşa Farisî ya Ajansa ANF’ê bû, hemû pêşketin û bûyerên li Kurdistanê û derve rû didan ji bo Rojhilatê Kurdistan û Îranê radigihad. Kesek bû, lê weke ajansekê kar dikir. Ji bûyerên li Rojhilat û Îranê em ji Şehîd Karwan fêr dibûn.”

‘TI DEMÊ TENDURISTIYA XWE NEXIST PÊŞIYA KARÊ XWE’

Dîcle diyar kir ku tevî pirsgirêkên tenduristiyê yên Şehîd Karwan hebûn jî lê karê xwe ne dida sekinadin û got: “Me pirê cara didît ku Şehîd Karwan ji ber pirsgirêkên xwe yên nexweşî zorî dikişîne, zehmetî dikişîne. Şehîd Karwan ev pirsgirêkên tenduristiyê îxmal dikir. Ti demê pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê ne dida pêşiya kar. Tevî ku hemû hevalan ji bo wî digotin divê tedbîran xwe bigire û xwe derman bike, lê şehîd Karwan ev piştguh dikir. Mixabin vê esas negirt, digot berî her tiştî kar bê kirin. Şehîd Karwan diyar dikir ku 'têkoşîn û ewqas berdêl û şehîd tê dayîn nabe ku ez bi pirsgirêkên wiha derkevim pêş'. Şehîdbûna hevrê Karwan ji bo me û Çapemeniya Azad windahiyek pir mezin e.”