Amed Şaho: Pêngava me ji bo têkoşîna hevbeş a gelên Îranê ye

Endamê Meclîsa Partiyê ya PJAK'ê Amed Şaho diyar kir ku pêwîstiya gelên Îranê bi proje û têkoşîna hevbeş heye û destnîşan kir, ku wan ji ber vê yekê dest bi pêngava 'Erê ji demokrasiyê re, na ji darvekirinê re' kirine.

Endamê Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Amed Şaho, têkildarî nerazîbûna gelên Îranê ya li dijî rejîmê ji ANF'ê re axivî. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Îranê jî işaret bi girîngiya demokrasiyê kir.

Li seranserê Îranê û Rojhilatê Kurdistanê tevî ewqas zextên siyasî û aborî yên li ser gel, dengekî berçav ji gel dernakeve, ya derdikeve jî pir herêmî û ji hev qut in. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Rastiyek heye ku qet nayê înkarkirin. Li cihekî ku zext û zorî li ser civakê hebe wê nerazîbûna sivîl û çalakiyên demokratîk ên gel jî pêk werin. Ala berxwedanê her tim bi ser ketiye. Lê îro erdnîgariya Îranê ji ber desthilateke diz û gendel hatî kavil û xirakirin. Hewl tê dayîn ku derfetê jiyana azad û dadperwerî ji holê bê rakirin. Rejîmek bi navên 'rejîma sêdare', 'rejîma mirinê', gendel, diz û talankar li ser kar e. Ev kiryar jî derfeta bêhn li gel û civakê çikandiye û civak ber bi mirinê ve biriye ku di encama wê de rejîm bi xwe di nav ava qirêj a sûcên xwe de wê bixeniqe.

Gelên Îranê tu carî desthilata dîkte ya rejîma Îranê ya dagirker nepejirandiye û ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa têkoşiya ye. Tenûra nerazîbûna gelê Îranê her tim vêxistiye û li gorî dem û cih agirê serhildanê geş kiriye û desthilat xistiye nava tengasiyê. Mînaka wê jî xwepêşandanên meha Hezîranê ya sala 2010, meha Kanûn-Çile ya 2017 û meha Îlon-Cotmeh a 2019'an e ku bingeh û hîmê rejîmê hejand. Ew xwepêşandan mîna erdhejeke civakî û siyasî bûn ji bo desthilatê, ku heya niha jî rejîm ji ber wan dinale û ji pêşketina nerazîbûnên girseyî û acizbûna gel tirsiya ye. Ji ber wê her cûre rê û rêbazên tepisandina nerazîbûnên girseyî bi kar tîne û astengiyan li pêşiya liv û pêla nerazîbûna gel datîne.

Rewşa niha ya gelên Îranê û bi taybetî jî ya Rojhilatê Kurdistanê dikare bêdengiya heyî bişkîne û sînorekî ji bo siyaseta jinkujî, ciwankujî, Kurdkujî û binpêkirina mafên mirov deyne. Çend sedemên bingehîn hene ku li ser nîşandana nerazîbûnên girseyî ya li her derê bi bandor e ku bi vî rengî ne; bikaranîna rê û rêbazên hovane li beramberî xwepêşanderan ji aliyê çekdarên rejîmê, çalakirina her cure tundûtîjî li hemberî wan û tepesetkirina gelan bi hincetên deryasayî û yên nerast. Di heman demê de bandora destwerdana ji derve ya di nava xwepêşandanên gelan de, di ji rêderketina bera xwepêşandanan û rewakirina tepeserkirina gel a ji aliyê rejîmê de heye. Xwepêşandan ji xwepêşengiyê bêpar bûn, ji ber wê rejîmê bi fêl û defik û tundûtîjiyê xwepêşandanan tepeser kir. Her wiha xwepêşandan giştî nebûn û daxwaza hemû gelan jî yekgirtî nebûye. Di diyarkirina armanca diyarker de lewazî çêbûye û li gorî wê derfetê rêxistin û xweparastinê yê gel nehatiye amadekirin.

Bêdengiya demkî ya gel nayê wê watê ku dest ji mafên xwe yên rewa û demokratîk berdaye. Berewajî ev şansê dawî ye ku gelan dane rejîma Îranê da ku ji bo çareseriya bingehîn a pirsgirêka gelan gavên pratîkî biavêje. Kêm tevlîbûna gel a di hilbijartinên dewra 11'mîn a parlementê û jidestdayîna rewatiya rejîmê, mezintirîn nerazîbûna gelane ku li dijî rejîmê nîşandan û dibetiya nîşandayîna heman helwestî ya di hilbijartinên 2021'an a serokomarî de jî heye. Lê ya eşkere ew e ku rejîm guh nade daxwazên gelan, ji ber wê di paşerojeke nêz de tofana nerazîbûna gelan wê serî hilde ku ji yên qonaxên berê cudatir be û pêwîste rejîm hesabê sûcên xwe bide.

Ji bo ku gel bi awayekî giştî û topyekûn bikeve tevgerê pêwîstî bi zemîneke çawa heye?

Yê ku xwedî xak, niştîman, çand û nasnameyê ne, gelên navxweyî yê Îranê ne, lê îro desthilatek bi darê zorê siyaseteke ne rewa li ser gelan ferz dike, gelan ji rastiya wan dûr dixe, di wê rewşê de jî mirovatî, hestê azadî û demokrasiyê bi pêş nakeve. Wê rejîmê di hilbijartinên dewra 11'mîn a parlementê de di nava gelan de rewabûna xwe ji dest da. Desthilatek li ser kar e ku hêjayî birêvebirina gel nîne. Xwedî hişmendiyeke zilamsalar e ku jiyana azad li jinan herimandiye û Îran kiriye cihê jinkujî ku rojane jin tên kuştin û neçarî xwekujî tên kirin. Civak bi rêya artêşa bêkaran tevizandiye û bê berhem kiriye. Her wiha milîtarîze kiriye û bi afirandina nokerî û cerdevaniyê temenê desthilatdariya xwe dirêj dike. Wate rejîmek çavsor û qirker dixwaze bi darê zorê desthilatdariya xwe li ser gel û civakê ferz bike. Rejîm ji bo ku bikare gelan teslîmî siyaseta xwe bike, amûrê tepeserkirinê, xistina qefesê, werîsê darvekirinê û aşê helandinê xistiye meriyetê û rojane vîna azad a ferdên civakê dihêre.

Ji bo ku mozayîka gelên Îranê bi neqş û rengê demokrasî û azadiyê bê xemilandin û çerxûfeleka desthilat rawestîne, têkoşîna hevbeş a gelan pêwîstiya îroyî ya qonaxê ye. Ji bo destpêkirina têkoşîna hevbeş jî pêwîstî bi projeya hevbeş heye ku daxwazên hemû aliyan îfade bike. Weke Tevgera me li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji bo destpêkirina starta wê têkoşînê, pêngava 'Ji demokrasiyê re erê, Ji îdamê re na' daye destpêkirin. Wate mifteya çaraseriya hemû pirsgirêkên Îranê bi pêşketina demokrasiyê ve girêdaye. Heya ku li Îranê hizra demokrasiyê pêş nekeve, wê dawî li siyaseta dijî mirovî ya rejîmê nayê û asayîş û aramiya navxweyî ya Îranê pêk nayê. Ji ber wê PJAK derfetê xebata hevbeş a gelan weke erkekî dîrokî û yê serdemê dizane û asta têkoşînê bi hêztir û mezintir dike.

Ji bo ku gelên Îranê û bi taybetî gelê Kurd bi komdengî li dijî rejîmê rabin ser pêyan, pêwîstî bi bilindkirina asta hişyarî ya neteweyî û demokratîk heye. Gelan hemû hesab û sermayeguzariyên xwe li ser hêza xwe ya cewherî be. Ji bo tevizandina dagirkerî û rûxandina faşîzma mezhebî, divê eniya demokratîk a gelan li ser xeta sêyemîn ku xeta têkoşîna demokratîk a gelan e bi hêztir û berfirehtir bike. Rêxistinkirina civakê li ser hişmendiya neteweya demokratîk wê kolanê li dijî desthilatdariyê gur dike û wan nêzî azadiyê dike."

Ji bo avakirina wê zemînê çi tê kirin yan jî divê bê kirin?

Xeleka demokrasî yan jî têkoşîna demokratîk a gelan a li dijî dagirkerî û faşîzmê çiqasî berfireh bibe, wê ewqas jî zincîrên koletiyê li Îranê biqete û ber bi azadiyê gavê biavêje. Ji ber ku sedsala 21'an sedsala azadiya jinan û gelan e, lewre êdî tu desthilatek nikare hizra azadiyê li sêdare bide û kelepçe bike. Divê gel li dijî lehiya giranbihayî ku dewlemendiya gelan hatiye talankirin, derfetên bi destxistina pêwîstiyên bingehîn ên jiyanî yên gelan ji holê rakiriye, sufreya gel vala kiriye, artêşa bêkaran mezintir kiriye û rêjeya xwekujî, kuştina jinan, zarok û ciwanan bilindtir kiriye, rawestin. Divê derfetê têkoşînê û rû bi rû hatina li dijî desthilata fêlbaz, sextekar, gendel, mafya û kujer bi hêztir bike da ku bikare dawî li talanbirina dewlemediya gel bîne û kolanê ji çekdarên mafiyayan paqij bike.

Ji bo ku derfetê xebata hevbeş a li dijî rejîma Îranê ya dagirker pêş bikeve, pêkanîna eniya demokratîk a gelên Îranê û yekîtî û yekrêziya hêzên Kurd pêwîst e. Ji bo bi encambûna wê jî pêwîste civîn, konferans û semîneran li ser mijarên hestyar ên civakê bên lidarxistin da ku ziman û rêbazeke hevbeş a têkoşîna li dijî rejîmê bê pêşxistin. Wek PJAK ji bo sînordarkirina dagirkerî û pêşxistina demokrasiyê çi erk û berpirsyartiyên dîrokî bikeve ser milên me, ji bo dabînkirina jiyanek aram û bextewer û damezrandina sîstemekî azad û demokratîk, em ê bi ruhê şoreşgerî û fedakartiya gel ve pêk bînin.